Baroya Amedê: Tahir Elçî hate kuştin; welat bi paş ve çû

Baroya Amedê got, "Kuştina Tahir Elçî bûye destpêka vegera ji zemîna siyasî û demokratîk."

Serokê Baroya Amedê Prz. Ahmet Ozmen di salvegera kuştina Tahir Elçî de îro daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin li şûna çareserî, diyalog û muzakereyê tundî û polîtîkayên ‘ewlehîparaziyê’ derketine pêş, Serokê Baroya wan ê ‘ebedî’ Tahir Elçî ji bo ku pêşî li şer bigire jiyana xwe daye lê şer girantir bûye û di nav civakê de birînên ku nekewin çêbûne.

DESTHILATDARÎ BERÊ XWE JI NIRXÊN DEMOKRATÎK GUHERANDIYE

Her wiha bi domdarî hate gotin Tirkiye ji demokrasiyê jî dûr ketiye û bi vê ev encam bi xwe re aniye ku bi rêbazên di nav çarçoweya demokratîk çareserkirina doza Kurd jî dijwar bibe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’weke berê, sedema sereke ya ku li welêt krîza siyasî a kûr bûyî bi xwe re aniye ew e ku dewleta Tirk ji rêçikên demokratîk dûr kiriye. Piştî ku ji rêçikên demokratîk dûr bûye di mijara meseleya Kurd de li polîtîkayên ewlehîparêz vegeriyaye û wiha civak bûye mexdûrê şer. Kuştina Tahir Elçî tam jî bûye destpêka vegera ji zemîna siyasî û demokratîk.’’

‘AKP JI BO NORMALÎZEBÛNÊ VÎNÊ NÎŞAN NADE’

Di daxuyaniyê de Rewşa Awarte hate destnîşankirin û hate gotin, ‘’Rakirina rejîma Rewşa Awarte ya sazkar wê bibe sedema hevrûbûna bi rabirduyê re, ronîkirina suîqasta Tahir Elçî û bi vê çarçoweyê wê zemîna normalîzebûnê bi xwe re bîne û bike ku kêşe dûrî tundiyê li ser zemîna demokratîk were nîqaşkirin. Lê mixabin em dibînin ku desthilatdariya siyasî vîna ku wê ev normalîzebûn dest pê bike nîşan nade.’

DI DOSYAYA ELÇÎ DE GAVEKE BERBIÇAV NEHATIYE AVÊTIYE

Bi bomdarî hate gotin li gel ku di ser suîqastê re du sal derbas bûne jî di dosyaya rapirsînê de ji bo tespîtkirina kirdeyên bûyerê ti gaveke berbiçav nehatiye avêtin, weke ku dosyayeke ji rêzê be li dosyaya Tahir Elçî dinerin.

‘LI GEL KU DI WEŞANA ZINDÎ DE HATE KUŞTIN JÎ’

Di daxuyaniyê de bi berdewamî gotina Erdogan a di dema ku serokwezîr bû gotî, ‘’Li qiraxa Dîclê gurek mehekê jî bixwe berpirs ez im’ hate bibîrxistin û hate gotin, ‘’Tahir Elçî, hiqûqnasekî rêzdar û parêzerê mafê mirovan bû, ne li qiraxa Dîclê lê li navenda Amedê, li ber bi dehan kamera, di weşana zindî de hate kuştin, em li bendê ne ku bi sifetê Serokkomariyê berpirsyariya xwe bi cih bînî.’’