Baroya Amedê: Pêkanîna li dijî Baroya Stenbolê darbeyeke sivîl e

Baroya Amedê, nerazîbûn nîşanî betalkirina erka Rêveberiya Baroya Stenbolê da û diyar kir ku li Tirkiyeyê cara yekê ye ku pêkhateya rêxistinbûyî ya rêveberiya baroyê tê hedefgirtin û ev rewş weke ‘darbeya sivîl’ binav kir.

BAROYA AMEDÊ

Baroya Amedê bi armanca protestokirina betalkirina erka Rêveberiya Baroya Stenbolê ya ji aliyê daraza desthilatdar ve daxuyaniyek da. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban û endamên Komaleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) beşdarî civîna li avahiya Baroyê bûn.

‘BIRYARA LI DIJÎ BAROYA STENBOLÊ DARBEYEKE SIVÎL E’

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç biryara 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê ya li dijî Baroya Stenbolê wekî "darbeya sivîl" bi nav kir û destnîşan kir ku ev yek êrîşeke eşkere ya li dijî pîşeya parêzerî û pergala hiqûqê ye. Guleç, diyar kir ku ew li hemberî zextên ku dixwazin serxwebûna baroyan ji holê rakin, helwesteke bi biryar nîşan didin.

Guleç anî ziman ku li Tirkiyeyê cara ewil pêkhateya rêxistinbûyî ya baroyê rasterast hedef hatiye girtin û got ku ev destwerdan "xiyaneta li dijî hiqûqa dewletê" ye.

Guleç got, “Weke Baroya Amedê, em ê bi Baroya Stenbolê re di nava piştevaniyê de bin û li dijî êrîşên derqanûnî têkoşîna xwe bidomînin.”