Baroya Amedê: Parêzer wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin

Baroya Amedê destnîşan kir ku li dijî plana desthilatdariya AKP-MHP'ê ku sîstema hilbijartinê ya rêxistinên pîşeyî û baroyê dike hedef, wê li ber xwe bidin.

Baroya Amedê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Serokkomarê Tirk û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan da ku sîstema hilbijartinê ya rêxistinên pîşeyî û baroyan dikir hedef.

Daxuyanî li malpera înternetê ya fermî ya baroyê hate weşandin û hate ragihandin ku di pêvajoya Rewşa Awarte de rêxistinên civakî yên sivîl ên mûxalîf hemû bi biryarnameyan bêhiqûqî hatin girtin û dadgerî û medya bi desthilatdariyê ve hatin girêdan, akademî jî ji nêrîna azad hate xalîkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku herî dawî dest dirêjî baroyan hatiye kirin û hate gotin, "Baroya me jî di nav de hin baro ji ber daxuyaniyên xwe yên li ser nerazîbûna xwe ya demokratîk û azad, xistin rojevê. Em vê yekê weke hewldanek ji bo çavtirsandina baroyan û rêxistinên mûxalîf dibînin."

Baroya Amedê diyar kir ku desthilatdarî dest li her qada civakê werdide û destnîşan kir, "Bi rêya vê guhertinê dixwazin baroyan jî tevlî koroya hikumetê bikin ku bêşert û merc bi çavgirtî piştgiriyê bidin polîtîkayên hikumetê û jê re li çepikan bixe. Bi vî rengî kevirên dawî datînin ser avaniya sîstema ku fikrên cuda lê nîne û pirrengî lê hatiye tunekirin. Weke xeleka dawî ya polîtîkayên tekperest dixwaze baroyan jî li nava 'civaka yek deng' bi cih bikin û bi vî rengî bixin bin kontrola xwe."

Baroya Amedê destnîşan kir ku ji bo ev pêşnûme nebe qanûn wê bêdeng nemînin û tevî 130 hezar hempîşe û dostên xwe wê li ber xwe bidin.