Baroya Amedê: Divê berê doza Kurdan were çareserkirin

Baroya Amedê bal kişand ser vî tiştî ku zext û binpêkirinên li ser mafan hê jî didome û got, “Heta ku doza Kurdan neyê çareserkirin, tu kêşeyên din çareser nabin.”

Baroya Amedê bi minasebeta destpêkirina Sala Edlî li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek parêzer tevî cubbeyên xwe beşdarî daxuyaniyê bûn.

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen bal kişand ser Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî û wiha got: "Dema Tahîr Elçî li Sûrê ji bo edaletê têdikoşiya hat kuştin. Sala par li welat û herêmê gelek bûyerên dijhiqûqî pêk hat. Piştî 15'ê Tîrmehê Rewşa Awarte hat îlankirin. Bi Rewşa Awarte re gelek maf hatin binpêkirin. Mafê heq û azadiya mirovan ji destê wan hat girtin. Rewşa Awarte rabû, lê pekanînên Rewşa Awarte bi dawî nebûn. Ev pêkanînên dijhiqûqî piştî Rewşa Awarte jî berdewam kirin. Di sala nû ya darazê de em dixwazin bi hevî derbasî sala nû bibin. Lê mixabin îktîdara heyî vê bawerî û heviyê nade me. Piştî Rewşa Awarte rabû zagonên nû ku Rewşa Awarte fermî dike ketin meriyetê. Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 700'an de hat qedexekirin. Ev mînaka herî şênber e. Di rewşek wisa de baroya ku erka wê parastina azadiya maf, ramanan e êdî nikare erka xwe pêk bîne. Her roj pêkanînên dijhiqûqî û dijzagonî zêde dibin û belav dibin. Pekanînên ku maf û azadiya mirovan tune dikin dikevin meriyetê. Em carek din wekî Baroya Amedê diyar dikin ku em ê bi biryar û bawerî têkoşîna heq, hiqûq, edalet û demokrasiyê berdewam bikin." 

‘JI BER ZEXTAN PARÊZER NIKARIN ERKA XWE BI CIH BÎNIN’

Ozmen, da zanîn ku li welat sedema gelek kêşeyan girêdayî doza Kurdan e û heta doza Kurdan neyê çareserkirin, kêşeyên din nayên çareserkirin û got, “Ev yek jî bi diyalog, aştî û demokrasiyê çareser dibe. Dîsa di ser kuştina Serokê me ye Baroyê Tahir Elçî re 3 sal derbas bûn. Li gel ku bûyer li pêş çavan û kamerayan pêş ket jî heta niha tu gav nehatiye avêtin û bûyer nehatiye zelalkirin. Ger ku der barê kuştina Elçî de lêpirsînek bi encam bê kirin, wê xizmeteke mezin ji aştiya civakî re were kirin. Em carek din bang li erkdaran dikin ku erk û peywira xwe pêk bînin. Mixabin di demên dawî de zextên li ser darazê zêde bûne. Em dixwazin zextên li ser darazê bi dawî bibe. Dîsa qada tevgera xebatên parêzeran kêm bûye û nikarin erka xwe pêk bînin. Divê ev zext û astengiyên li pêş xebatên parêzeran rabin û hempîşeyên me bikaribin bi hêsanî kar û xebatên xwe bikin."