Baroya Amedê: Îfadeya kujerên Elçî nehatiye girtin!

Baroya Amedê ji bo Tahir Elçî yê ku hatibû qetilkirin, cara 132’an çalakî lidar xist. Di çalakiyê de wiha hate gotin; “Heta roja îro ji aliyê dozger îfadeya keseke bi guman jî nehatiye girtin.”

Baroya Amedê bi boneya kujerên Tahİr Elçî yê li Sûrê hatibû kuştin bên dîtin û dosyeya lêpirsîna bûyerê bi lez û bandor bê birêvebirin di hefteya 132’yemîn de li ber Edliya Amedê çalakiya xwe domand. Gelek parêzer tev li çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Parêzer û xizmên Endamê Desteya Rêveberiya ÎHD’ê ya Şaxê Amedê Parêzer Mûhterem Suren ku beriya çend rojan jiyana xwe ji dest dabû, beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de pankarta bi zimanê Kurdî û Tirkî “Em te ji bîr nakin’ hate vekirin.

‘LI WÊ DERÊ HEMÛ KESÊN ÇEK BIKARANÎNE BI GUMANIN’

 Di çalakiyê de Sektereterê Giştî yê Baroya Amedê Mahsum Bati axivî û bibîr xist ku ev 132 hefteye ji bo Tahîr Elçî edaletê dixwazin. Bati sersariya rayedar û saziyên dewletê rexne kir û xwest demildest kujer bên dîtin û lêpirsînek bi lez bê destpêkirin. Bati got; “Hemû kesên li wir çek bikaranîn bi gumanin. Heta roja îro ji aliyê dozger ve îfadeya kesekê nehatiye girtin. Heta kujer derkevin holê û bûyer ronî bibe em ê çalakiya xwe dewam bikin.”

DOZA LÎCÊ

Bati qala Doza Komkujiya Lîce ku îro wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê were dîtin û tê payin biryar were dayîn kir û wiah got; “Tahir Elçî parêzerê doza Lîce bû. Parazvanê mexdûrên li wir û birîndaran bû. Bi vê boneyê em li vir bang dikin; Em ê vê dosyaya ku Tahir Elçî şopandî em ê bişopînin.”