Banga rojnamevanên Wanê: Bi lezgînî gav bavêjin

Rojnamegerên li Wanê bertek nîşanî zextên li ser bûroya ajansa MA'yê li Wanê dan û diyar kirin ku hatine wê astê nikarin nûçeyan bişopînin û ev bang li rêxistinên pîşeyî kirin: “Ji xeynî dirûşmeyan,bi lezgînî gavan bavêjin.''

Zextên li ser bûroya ajansa MA'yê ya Wanê ku piştî avêtina ji helîkopterê ya Servet Tûrgût û Osman Şiban derxist holê, didomin. Piştî ku 9’ê cotmehê bi ser bûroya MA'yê de hate girtin û nûçegîhanên MA'yê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala hatin girtin, duh bi ser mala nûçegîhanê  eynî bûroyê DÎndar Karataş de hat girtin û hat destgîrkirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê wî de polisan rojnameger Karataş birin Erziromê û cara duyemîn bi ser buroya me de girtin. Di lêgerînê de polisa laptop û hardîskên kompîtiran desteser kirin. Rojnamegerên ku li bajar li saziyê cûda yên çapameniyê dixebitin, derbarê zextên li ser buroya me de axivîn û bertek nîşanî zextên li ser nûçegîhanên MA'yê dan.
 
Nûçegîhana Jinnewsê Hîkmet Tûnç, diyar kir ku li bajar derbarê rojnamegerên muxalîf de bi dehan lêpirsîn hatine destpekirin û wiha got: “Em karen micid dikin û li gel zextên li ser xwe jî em dengê xwe bilin dikin. Em li dijî vê li ber xwe didin û têdikoşin. Me soz daye ku em yek bi tenê bimînin jî dê rastiyan ji gel re ragihînin. Divê hûn ji me bitirsin. Tu îşkence û binpêkirinên we dê weke faîlê wan ne diyar nemînin."
 
VOA: KARATAŞ HEDEF DIHAT GIRTIN
 
Nûçegîhanê Dengê Amerîkayê (VOA) Arîf Aslan, da zanîn ku piştî hewldana darbeya leşkerî ya sala 2016’an karê rojnamegeriyê zehmet bûye û ev tişt anî ziman: “Bi taybetî li Wanê li ser rojnamegeran gelek zext hene. Ji ber karê wan sûcdariyên “emdamtiya rêxistinê” li gelek rojnamegeran tên kirin. Hefteyek berê dema ku me bi hev re nûçeyek dişopand ez û Dîndar Karataş ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Bi taybetî jî polisan Karataş hedef nîşan dan û nexwestin kişanê bike.”
 
CANDEMÎR: ROJNAMEGER NIKARIN NÛÇEYAN BIŞOPÎNIN
 
Rojnameger Oktay Candemîr ku 18 sal in li bajar rojnamegeriyê dike jî destnîşan kir ku nîvê şevê bi ser malên rojnamegeran de tê girtin û wiha got: “Rojnameger tên binçavkirin û amûrên wan ên dijîtaş tên desteserkirin. Nêzî salekê ye li Wanê xebatên rojnamegeriyê qedexe ne. Ji ber qedexeyên heyî yên li bajar rojnameger nikarin tiştekî bişopînin. Hin tişt li bajar tên veşartin. Zexteke tund li ser çapemeniya azad heye. Divê demildest ev zext bên terikandin.”
 
BANGA LI RÊXISTINÊN PÎŞEYÎ
 
Rojnameger Rûşen Takava jî bi lêv kir ku destgîrkirina hempîşeyî wî Dîndar Karataş xeleka dawîn a zextên li ser rojnamegeran a li bajar e û ev tişt got: “Wê rojnamegerên çapameniya azad helbet bêdeng nebin. Lê ji bo piştevaniyê divê êdî jii dûrişmeyan bê derbaskirin. Divê rêxistinên pîşeyî bi lezgînî gav bavêjin. Em dibêjin rojnamegerî nayê bêdengkirin, nayê darizandin û ne sûc e lê mixabin pergal bêdeng dike, didarizîne û dike sûc. Ji ber vê dive êdî ji dûrişmeyan bê derbaskirin û em destê xwe bidin hev û tiştek derxin holê.”
 
YILMAZ: WÊ ROJNAMEGER TESLÎM NEBIN
 
Rojnameger Îdrîs Yilmaz jî da zanîn ku piştî avêtina welatiyan a ji helîkopterê zextên li ser rojnamegeran li bajar zêde bûne û wiha got: “Rojnamegerên ku rastiyan dinivisînin di hedefa darazê de ne. Bi serdegirtinên polisan zexta derûnî li rojnamegeran tê kirin. Wê çapameniya azad dengbûna xwe ya civakê bidomîne û wê teslîmê polîtîkayên bi vî rengî nebe.”