Bang: Ji bo Heskîfê tiştekî bike, xêz bike, bêje

Koordînasyona Heskîfê ji bo 'Roja ji bo Heskîfê tiştekî bike, xêz bike, bêje' bang kir.

Şîrketên bazirganiyê dixwazin bi Bendava Ilısu bajarê 12 hezar sal ê çand û dîrokê Heskifê di bin avê de bihêlin.

Heskif wê di 8'ê Cotmehê de ketin û derketina wê bê girtin û têxin bin çemberê.

Koordinasyona Heskifê Roja 14'ê Îlonê wekî roja çalakiyan îlan kir.

Koordînasyonê ji bo "Roja Çalakiyan a Ji bo Heskifê Tiştekî bike-Bêje-Xêzbike" bang li her kesî kir ku ji bo Heskifê tiştekî bikin.

Koordinasyonê anî ziman ku Heskif di ser hemû nasnameyan re ye û wiha got: "Teqez ji bo Heskifê tiştekî em bikin heye. Her kes dikare li cihê xwe ji bo Heskifê tiştekî bike. Divê her kes ji bo Heskifê têkeve nava liv û tevgerê."