Bandora bêkarî û xizaniyê li Amediyan

Amediyan li ser bêkarî û xizaniya ku roj bi roj zêde dibe, wiha gotin: "Em hîn kirine ku şukur bikin. Lê belê ew halê mirovan nabînin. Ji ber ku her tiştê wan heye."

Bêkarî û xizanî li Kurdistanê û Tirkiyeyê gihîştiye asta herî bilind. Hema bêje her roj ji ber şert û mercên aboriyê mirovek dawî li jiyana xwe tîne. Hejmara mirovên ku nikarin pariyek nan bibe mala xwe her roj zêde dibe. Bi milyonan mirov di asta birçîbûnê de ne. Tevî vê yekê jî desthilatdariya AKP-MHP'ê ji raya giştî re radigihîne ku her tişt xweş e.

Amediyan têkildarî rastiya aboriyê ji ANF'ê re axivîn.

Eren Fîdanboy: Ez tiştekî nikarim bikim. Mîna ku jiyana min nîne. Di bêrîka min de çend quriş pere nîne. 4-5 meh in ez ji kar hatime derxistin, nikarim nan bibim malê. Diçim Îş-Kûrê, ji min re dibêjin ku ji bo min kar nîne. Sînorê emir datînin pêşiya min. Ji ber ku 29 salî me kar nadin min. Daxwaza min a jiyanê jî ji destê min digirin. Em li malê 9 kes in. Zewicî me û 3 zarokên min hene. Mûçeyê kêmtirîn 2 hezar û 800 TL ye, lê karekî bi mûçeyê kêmtirîn jî nîne. Dema ku dixebitîm jî maeşê ku min distand li kirê û fatûreyan diçû... Ji ber ku min nekarî kirêya xwe bidim, me bar kir mala bavê min.

Şeyhmûz Kaya: Deh sal in serî li Îş-Kûrê didim, lê dikim nakim karek bi destê min nakeve. Timî nasên xwe dixin kar. Torpîlê dikin. Her carê navê me dinivîsînin, lê tiştek nabe. Di nava van 10 salan de ji bilî hemaltiyê min karekî din nekir. Ji ber hilgirtina barê giran êdî nexweşî li min der bûne. Em bi maeşê teqawîtiyê yê bavê min debara xwe dikin. Îş-Kûr êdî bang li min bike jî ez ê neçim.

Zekî Bozan: Xizanî ne tenê bandorê li min dike, li tevahiya gelê me dike. Rewşa aboriyê jî ji xwe qet nebaş e. Her kes ji ber vê rewşê tengav bûye. Em jî hewl didin îdare bikin. Ji xwe kêm dikin û hewl didin debara xwe bikin. Wekîlekî AKP'î gotibû, mirovên paqijiya ber malan dikin 3 mehan carekê telefonê diguherînin, li ber deriyê wan wesayitên wan heye. Bila bê di nava van şert û mercên me de bimîne, bila bi pereyê ku em distîne debara xwe bike em jî bibînin. Em malbatek ji 8 neferan e û bi mûçeyê kêmtirîn debara xwe dikin. Em zanin ku rewşa giştî ya aboriyê nebaş e. Kî dibêje 'rewş baş e' dereweke mezin dike. Em bi zorê xwe digihînin serê mehê.

Mehmet Resûl Bozan: Yên ku dibêjin mûçeyê kêmtirîn têra kedkaran dike, bila bê bi mûçeyê kêmtirîn bixebitin. Em bibînin bê mehê çend caran dikare goşt bide zarokên xwe. Ji xwe em gel hîn kirine ku şukra xwe bi mûçeyê kêmtirîn bînin. Mirov ji ber xizaniyê li kolanan kaxizan kom dikin. Mirovên me di nava bêkarî û xizaniyê de ne, di rewşeke wiha de jî hinek radibin dibêjin bêkarî, xizanî nîne. Mirov li kolanan perîşan bûne, lê bêguman ne xema wan mirovên ku perê wan heye. Lewma bi halê mirovan nizanin. Mirovên bêkar û xizan dema ku bi destvala êvarê tê malê dibêje 'li şûna ku her roj bimirim, ez carekê bimirim baştire' bi vî rengî dawî li jiyana xwe tînin. Di vê serdemê de mirov nearî mirinê kirine. Aborî, tenduristî, perwerde hemû têk çûne. Radibin li ekranên televîzyonan dibêjin 'her tişt baş e'. Mirov jî hingî ji xwe dipirse 'gelo ez li cihekî cuda dijîm?'

Mahmût Ekelîk: Ez heta wextekê bi malbata xwe re mam. Piştre jî ji ber xizaniyê jiyana min timî li derve derbas bû. Niha halê min perîşanî ye. Sal û nîveke zewicî me, lê belê ji ber mijarên madî ez û hevjîna min em timî şer dikin. Tevî ku çûm cihên pêwîst ji bo kar bikim, kar nedan min. Mehê 300 TL alîkariya civakî dikin, lê belê em nikarin debara xwe bikin. Êdî psîkolojiya me xera bûye. Ciwan ji ber bêkarî û xizaniyê dikevin nava narkotîkê. Sedema van hemûyan jî rayedarin.