Bandora Îranê ya li Wanê zêde dibe

Li Wanê, piraniya karên aborî dikevin destê Îraniyan.

Li Wanê, deriyên sînor li gelê herêmê hatiye girtin, lê li Îraniyan serbest e. Di navbera Wan û Îranê de tenê Îranî dikarin bazirganiya li ser sînor bikin. Îranî malên ku tînin, bi buhayê li gorî dilê xwe difiroşin.

Hatina Îraniyan bi rengekî serbest ji bo Wanê, ji bilî feydeyê, zerarê dide Wanê û gelê Wanê. Ji ber peymana navbera rayedarên Tirk û Îranî, bazirganiya li ser sînor li Îraniyan serbest e, lê li gelê Wanê qedexe ye. Bazirganiya li ser sînor tenê bi kêrî Îraniyan tê. Li Wanê hemû karên bazirganiyê bi destê Îraniyan tê kirin. Hatina bi hezaran Îraniyan her wiha buhayê xaniyan jî zêde kir.

Ji ber şerê li herêmê, bi hezaran welatî bi taybetî ji Colemêrg û Şirnexê hatin Wanê. Bi hezaran kes li Wanê di kirê de dimînin. Li Wanê ku bêkarî gelekî zêde ye û hilberîn lê kêm e, welatî di nava zor û zehmetiyê de dijîn.