Balefirên Îranê li Rojhilat nizm difirin

Hat ragihandin ku rejîma Îranê li gelek bajarên Rojhilat sewqiyata leşkerî kiriye û balefirên şer ên Îranê li Merîwan, Banê, Pîranşar, Şino û Serdeştê nizm difirin.

Rejîma Îranê li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê leşker û polîs bi cih kir. Piştî protestokirina qetilkirina kolberan Îran hêza xwe ya li bajarên Kurdan zêdetir dike.

Hat ragihandin ku bi referandûma Başûrê Kurdistanê re sewqiyata leşkerî ya li Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bûye û rejîma Îranê balefirên xwe li ser bajaran nizm difirîne.

Nûçegîhanê me ragihand ku li Merîwan, Banê, Pîranşar, Şino û Serdeştê balefirên şer ên artêşa Îranê nizm difirin û diyar kir ku gelek hêzên taybet li Merîwanê hatine bicihkirin û 4 kes hatine binçavkirin.

Nûçegîhanê me yê Mahabadê jî diyar kir ku gelek Mûxafizên Îranê sewqî bajêr hatine kirin û rejîm gelek otobus û tiran li bejahiya Sinê bi cih dike.