Balafirên Tirk Çiyayê Cûdî bomberdûman dike
Artêşa Tirk roja Çarşemê li Çiyayê Cûdî dest bi operasyonekê kiribû. Hat diyarkirin ku balafir herêmê bomberdûma dike.
Artêşa Tirk roja Çarşemê li Çiyayê Cûdî dest bi operasyonekê kiribû. Hat diyarkirin ku balafir herêmê bomberdûma dike.
Li gorî agahiyên hatin girtin, di çarçoveya operasyona li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê hatibû lidarxistin de, li ser silsileya Çiyayê Gabar û Cûdiyê tevgera helîkopteran a zêde heye.
Hat diyarkirin ku di operasyonê de balafirên F-16 rabûne û derdora Gundê Hesena a li Çiyayê Cûdî bomberdûman dike.
Dengê bomberdûmanê ji navenda Silopiyayê jî tê bihîstin. Sewqiyata leşkerî ya ber bi herêmê ve jî didome.