Balafirên şer îro jî li ser Çiyayê Asosê digerin
Piştî ku balafirên şer ên Tirk duh êvarê bombe li Çiyayê Asosê barandin, îro jî balafirên şer li ser herêmê digerin.
Piştî ku balafirên şer ên Tirk duh êvarê bombe li Çiyayê Asosê barandin, îro jî balafirên şer li ser herêmê digerin.
Çiyayê Asosê ku di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ye û li nava bajarê Silêmanî ye, duh êvarê ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatibû bombekirin. Balafirên şer îro jî li ser herêmê digerin.
Liv û tevgera balafirên şer saet di 10:10'an de dest pê kir. Agahî nehat bidestxistin ku bomberdûman hatiye kirin yan na. Di van kêliyan de jî tê gotin ku balafirên şer li ser herêmê digerin.