Balafirên şer ên Tirk bombeyan li Qendîlê dibarînin

Balafirên şer ên dewleta Tirk, bombeyan li gundê Enze yê herêma Qendîlê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarînin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, balafirên şer ên dewleta Tirk bombeyan li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarînin. Li gorî dema herêmê, bomberdûmanê saet 9'an dest pê kiriye û di vê kêliyê de jî bombe li gundê Enze yê Qendîlê tên barandin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin, ku balafirên şer ên Tirk her wiha xanî û bostanên gundiyan ên li Dola Bedranan jî bombe kirine.

Li ser encamên vê êrîşê agahî bi dest neketin.