Balafirên şer ên Tirk bombe li qadên gerîla barandin

Balafirên şer ên Tirk bombe li herêmên Zap, Heftanîn û Garê barandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa TC a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî kir. Di vê çarçoveyê de;

Balafirên şer di 14'ê Mijdarê de saet di 13:00 de gundê Rençberaxa yê herêma Zapê û saet di 17:00 de jî qadên Sida û Çemço bombe kirin.

Balafirên şer di 15'ê Mijdarê de saet di 12:00 de qada Tepê Dupişk ê herêma Heftanînê bombe kirin.

Balafirên şer di 16'ê Mijdarê de saet di 12:30'î de derdora bajarokê Çemankê yê herêma Garê bombe kirin.

Ji ber bombardûmana li derdora warê sivîlan xisara madî li bax û baxçeyên şêniyên herêmê bû.

Di êrişên li herêma Heftanînê 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûn wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin."