Balafirên şer ên Tirk bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;

14'ê Çileyê saet di 20:30'î de balafirên şer bombe li qada Çemço ya herêma Zapê û derdora gundê Segirê yê navçeya Amediye ya Duhokê barandin.

16'ê Çileyê saet di 12:20'î de qada Sinînê ya Xakurkê û saet di 20:30'î de jî qada Geliyê Pisaxa ya herêma Heftanînê hatin bombekirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."