Balafirên şer ên Tirk bombe li çiyayê Asosê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk, duh bi şev jî bombe li çiyayê Asosê barandin.

Balafirên şer ên Tirk duh bi şev saet di 02:30 de careke din bombe li çiyayê Asosê barandin, ku li bajarê Silêmanî ye û di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ye.

Li gorî agahiyên ku gundiyên li herêma Asosê dan, balafirên şer ên Tirk duh bi şev saet di 02:30 de careke din bombe li herêmê barandin. Balafirên şer ên Tirk 5 bombe avêtin çiyayê Asosê.

Artêşa Tirk duh danê nîvro jî bombe li çiyayê Asosê barandibûn.

ÊRÎŞA HEVPAR A TIRKIYE-ÎRANÊ

Êrîşên bi balafirên şer ên li dijî çiyayê Asosê, ji meha Mijdarê û vir ve dewam dikin. Çavkaniyên herêmî dibêjin, beriya êrîşa bi balafirên şer, balafirên keşfê yên Îranê li ser herêmê geriyane.

Dewletên Tirk û Îranê ku li dijî Kurdan bi hev re tevdigerin, dema dawî gelek caran li hev rûniştin. Êrîşên li dijî Asosê, weke êrîşa hevpar a her du dewletan tê dîtin.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn çend roj berê ji ANF'ê re axivî bû û gotibû, "Îran li dijî Kurdan ketiye nava tifaqeke qirêj."

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) jî 2'ê Mijdarê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di bomberdûmanê de 3 gerîlayên wan şehîd bûne.