Balafirên şer bombe li Zê û Avaşînê barandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li bejahiya Zê ya Herêmên parastinê yên Medyayê û qada Mamreşo, herêma Merwanûs yên Avaşînê barandiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 31’ê Adarê balafirên şer ên artêşa Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş pêk aniye. Di daxuyaniyê de hate gotin; "Balafirên artêşa Tirk, bejahiya Geliyê Zê, Girê Karker danê sibê saet 07.00’î, qada Gundê Fileha û girê şehîd şahîn jî saet 09.00’î hatiye bomberdimankirin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk heman rojê saet 05.30’î qada Mamreşo yê herêma Avaşîn daye ber bombeyan.

Dîsa 1’ê Nîsanê saet 06.40’î balafirên şer ên artêşa Tirk dîsa herêma Merwanûs a Avaşînê bombebaran kiriye."

HPG'ê ragihand ku di van êrîşan de ti windahiyên wan çênebûne.