Balafirên şer bejahiya Amêdiyê bombe kirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bejahiya navçeya Amêdiyê bombe kirin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bejahiya navçeya Amêdiyê bombe kirin.
Di saet 13:10’î de bejahiya gundê Kanê ya navçeya Amêdiyê, saet 13:16’an jî bejahiya gundê Guherzê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.
Saet derdorî 17:40’î de jî helîkoperên Kombra yên dewleta Tirk Girê Koordîne ya devera Bektoriya ya Herêma Heftanînê bombe kirin.