Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin

Balafirên keşfê li ser esmanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê pir nizim difirin.

Balafirên keşfê yên nayê zanîn ên girêdayî kê ne ji saetên êver ve bê navber bi nizim li ser esmanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) difirin.

Di van kêliyan de jî tevger dewam dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye balafirên şer ên Tirk 14’ê Hezîranê di saet 00:00'an de Çiyayê Qereçox, devera jêre Miştenûr tê gorin û derdorî wargehê bi dijwarî bombe kiribû.