‘Balafirên Erdogan em bombe kirin, rêveberiya Hewlêrê bêdeng e!’

Di encama bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de 10 gundî hatibûn qetilkirin, cenazeyê 4’an ji nav baxçeyan hate girtin. Gelê ku bi defetên xwe cenazeyên kesûkarên xwe girtîn, rejîma Erdogan lenetkirin.

Di encama bobmerdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker a li hember gundiyên çûbûn nava bax û baxçeyên xwe yên gundên Nerwê û Rekan ên girêdayî bajarê Amêdiyê yê Başûrê Kurditanê, 10 gundî hatibû qetilkirin. Cenazeyên 4 gundiyên hatibûn qetilkirin ji aliyê gundiyan ve hatin dîtin, birin nexweşaneyên derdor.

Gundiyên ku karûbarên xizmên wan temam bûn û şûnde cenazeyên wan veşartin, bêdengiya rêveberiya herêmê ya li hember bûyerên qewimî û rejîma Erdogan lenet kirin.

Gundiyê ji gundê Rêkan yê ku li Amêdiyê li ser erkê bû û ji bo girtina cenazeyê gundiyan bigirin hatibû, diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk her demê li derdorî gundan dixe. Gundiyê Rêkanê yê ku destnîşan kir ku her kes ne xwedî mûçeyekê ye ji bo debara mala xwe bike neçarin ku bi bax û baçeyan ve mijûl bibin wiha got: “Ev mirov ji bo pêdiviyên xwe yên rojane pêşwazî bikin, dixebitin. Mixabin balafirên Erdogan êrîş kirin û 4 gundiyên me jiyana xwe ji dest dan. Weke hûn dibînin evqas gundî hatine ji bo cenazeyan bigirin. Em vê şermezar û lenet dikin. Bi dehan car devera Rêkan û Doskiyê hate bombekirin û hê jî tê bombekirin.”

Gundiyên ku bi hewldanên xwe cenazeyên welatiyên sivîl ên hatine qetilkirin, girtin û bi ambûlansan rêkirin nexweşxaneyên derdor.

Gundiyan bang li rêveberiya Herêma Kurdistanê kir ku li hember bûyerên ku rû didin dengê xwe derbixin.

Di êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a di nava du rojên dawî yên li ser Herêmên Başûrê Kurdistanê de herî kêm 10 gundî hatin qetilkirin. Rêveberiya Herêmê heta niha têkildarî êrîşan ti daxuyanî nedane.