Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Bajarokê Suweydiyê yê Reqayê hate rizgarkirin

Bajarokê Suweydiyê Kebîra yê li rojavayê Reqayê, ku navenda lojîstîk a DAIŞ’ê bû, ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ve hate rizgarkirin.

Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, ku di 10’ê Kanûna 2016'an de dest pê kir, dewam dike. Şerê ku duh (21 Çile) berê sibehê li Suwediyê Kebîra (Suweydiya Mezin) dest pê kirî, îro jî dewam kir.

Nûçegihanên me yên li herêma operasyonê diyar kirin, di şer de ku duh dest pê kiribû û berê sibehê şer giran bûbû, taxên li başûrê rojava yên Çemê Firatê yên vî bajarokî ji çeteyan hatin paqijkirin û saet di 10.25’an hate ragihandin ku tevahiya Suweydiyê Kebîra hatiye azadkirin.

Hate diyarkirin ku di şer de tangek, obûsek, wesayiteke tije bombe, bataryayeke hewanê ya çeteyan hatine rûxandin, bi kêmanî jî 85 çete hatin kuştin.

Her wiha cebilxaneyeke giran jî ji çeteyên derbxwarî hate standin û kete destê şervanan.

Hate diyarkirin, lêgerîna şervanan a li bajarok dewam dike. Bi rizgarkirina Suweydiyê Kebîra re, ku di maweya pêngavê de çeteyan wesayitên tije bombe li wir hazir dikirin, derbeke dî ya giran li çeteyan hate xistin.