Bajarê Tebqa û Bendava Firatê bi temamî hate rizgarkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bajarê Tebqa û Bendava Firatê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin.

Ev nûçe, di roja 50’an a operasyona Tebqayê de hate dayin. Fermandara QSD′ê Rojda Felat ragihand ku bajar û Bendav Firatê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin. Şervan li herêmê xebatên lêgerîn û paqijkirinê dane destpêkirin.

Operasyona Tebqayê 21’ê Adarê cara yekem bi helîkopteran danîna şervanan ve destpê kiribû. Piştî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi awaykî bi lez balfirgeha Teqbqayê xistin bi kontrola xwe û şûnde, berê xwe dabûn navenda bajêr. Şervanên QSD’ê di navîna meha Nîsanê de ketinbûn navenda bajêr.

Di vê navberê de Pêngava 4’emîn a Xezeba Firatê ku Tebqa jî di nav de piştî rawestana 15 rojan û şûnde, roja Çarşemê ji nû ve destpê kiribû.

Pêngava Xezeba Firatê ji Cotmeha 2016’an ve destpê kiribû. Pêngava 4’emîn a operasyonê 13’ê Nîsanê destpêkiribû. Di vê operasyonê de deh hezar zêdetir welatiyên sivîl ên Reqayê ji lepên çeteyên hov ên DAIŞ’ê hatine  rizgarkirin. Di pêngava dawî ya opersyonê de rizgarkirina Reqayê heye.