Bagera Cizîr: 2 gundên din hatin rizgarkirin
Di Pêngava Bagera Cizîrê de 2 gundên din ên li bejahiya Dêra Zorê hatin rizgarkirin.
Di Pêngava Bagera Cizîrê de 2 gundên din ên li bejahiya Dêra Zorê hatin rizgarkirin.
Pêngava Bagera Cizîrê, di roja 69'an de ye. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin û bi pêş ve diçin.
Şervanên QSD'ê duh bi şev gundê El-Teyan(8 Km li rojhilatê bajarê Meyadîn) û gundê Işnan (10 Km li rojhilatê Meyadînê) ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Li van her du gundên navborî şerekî dijwar di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de rû da. Di encamê de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û wesayiteke çeteyan a doçka li ser bû hate rûxandin. Wesayiteke bombebarkirî jî kete destê şervanên QSD'ê.
Bajarê Meyadîn bi 45 kîlometreyan li rojhilatê Dêra Zorê ye.