Bafil Talabanî: Newroz peyama azadiyê ye

Serokê YNK'ê Bafil Talabanî peyamek ji Newroza Amedê re şand û got, "Newroz ji bo Kurdan peyama nûbûna ji bo azadî û serxwebûnê ye, yekîtî, hevkarî, xwişk û biratî ye."

BAFIL TALABANÎ

Serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî peyamek ji Newroza li Amedê re şand. Peyama Bafil Talabanî bi vî rengî ye:

"Bi wesîleya Newroza Kurd û Sersala Kurd, ku li heman berxwedana Kerkûkê ku Qûds a Kurdistanê ye rast hatiye, Kurdistaniyên dilovan ji dil pîroz dikim, ji her kesî re aştî, aramî û kêfxweşiyê hêvî dikim.

Newroz ji bo Kurdan peyama nûbûna ji bo serxwebûn û azadiyê ye, yekîtî, hevkarî, xwişk û biratî ye.

Hêvîdarim ev Newroz li her derê bibe wesîleya piştgiriya ji bo doza Kurdan, rêxistinbûn û aştiyê. Gelê Kurd gelekî xwedî jiyaneke bi rûmet e, ji bo pêkhatina aştiyeke mayinde em dest bidin hev. Ji bo serketina Kurdistanê bixebitin.

Newroz pîroz be, kêfxweş û bi rûmet be."