Bafil Talabanî di salvegera Raperîn de ji bo 'yekîtiyê' bang kir

Lîderê YNK'ê Bafil Talabanî di salvegera 32'an a Raperînê de li Ranyayê di merasîma girseyî de axivî û ji bo 'yekîtiyê' bang kir.

Xelkê Başûrê Kurdistanê beriya niha bi 32 salan di 5'ê Adara 1991'ê de li navçeya Ranya ya Silêmaniyeyê li dijî rejîma Baas a dîktator Saddam Huseyîn serî hilda bû.

Di salvegera Raperîn de, Lîderê YNK'ê Bafil Talanî li Ranyayê li merasîmê axivî.

Bafil Talabanî diyar kir beriya 32 salan xelkê Kurdistanê rejima herî xirab li Kurdistanê rûxand û ev bû destpêka azadiya gelê Kurd û Kurdistanê.

Di beşek din a axaftina xwe de Talabanî got; "Mixabin xwîna ku we rijandiye wek pêwîst rêz lê nehatiye girtin. Ev du salin YNK hewil dide valahiya ku hikûmetê çêkiriye dagire."

Di dewamê de Talabanî işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî jî kir û got: "Em hemû hewildanan ji bo parastina yekrêziya Kurdistanê dikîn. Heta Kurdistan nexin yek, heta her çar parçeyên Kurdistanê mafê xwe wernegirin, emê nikaribin xeyalên şehîdan bicih bînin û rêz li wan bigrin."

Talabanî bang li aliyên siyasî yên Kurd kir û got: "Werin em îro bikin derfetek û destê aştiyê ji bo hizban dirêj bikin. Em naxwazîn Herêma Kurdistan du parçe be. We gel ji bo vê herêmê xwîn rijand û mejî ava kir. Em dadpweriyê dixwazin. Em destê xwe ji bo hemû aliyan dirêj dikîn ku bikarîn xizmeta gelê xwe li her çar parçeyên Kurdistanê bikin.”

Di dawiyê de jî Serokê YNK’ê Bafil Talabanî bang li PDK’ê kir û got: "Eger hûn van tiştan dixwazin, dilê me paqije û amade ne, eger hûn naxwazin hûn ê bi xwe bixisirin."