‘Azadiya Rêber Apo ji bo gelê Kurd û çareseriya pirsa Kurd bûye şertekî esasî’

Endama Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê Parêzer Çiro Hisîn Şiwan bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan û got: “Îroj azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo gelê Kurd û çareseriya pirsa Kurd bûye şertekî esasî.”

Her diçe asta tecrîd û îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetir dibe, hemwextê vê nerazîbûn û çalakiyên ji bo azadiya Ocalan jî xurt didomin.

Endama Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê Parêzer Çiro Hisîn Şiwan diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd bûye şertekî esasî ji bo çareseriyê û got: “Bi vê tecrîd û zextên heyî her çendî bixwazin berxwedan û baweriya Rêber Apo bişkînin, ew xeyalên vala ne. Ji ber ku ew Rêberek e ku her ferdekî Kurd raman û îdeolojiya wî fêm kiriye, çiqasî zextan li ser me bikin, em ê zêdetir li ser azadiya Serok Apo û mafê xwe kar bikin.”

‘NABE KU OCALAN Û GELÊ KURD JI HEV CUDA WERIN NIRXANDIN’

Parêzer Çîro destnîşan kir ku dosyeya Ocalan girêdayî mijara Kurd e, ji bo wê mirov nikare dosyeya birêz Ocalan û gelê Kurd ji hev cuda binirxîne û got “Pirsa Kurd di vê demê de pir girîng e. Rewşeke siyasî ya li herêmê heye û tiştên rû didin hemû girêdayî hev in. “

‘AZADIYA RÊBER APO BÛYE ŞERTEKÎ ESASÎ’

Endama Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê Parêzer Çiro Hisîn Şiwan bal kişand ser tecrîd û zexta giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev nirxandin kir: “Li gel van hemû rewşan em dibînin zexteke mezin li ser Rêber Apo heye. Ji ber ku azadiya Rêber Apo bû şertekî esasî ji bo gelê Kurd ji bo çareseriya pirsa Kurd. Hemwextî van zextan tecrîdeke giran jî li ser hatiye danîn. Ji ber ku agahî ji Rêber Apo nayê girtin, hemû hewldan ew e ku Rêber Apo bê azadkirin. Bi vê tecrîd û zextên heyî her çendî bixwazin berxwedan û baweriya Rêber Apo bişkînin, ew xeyalên vala ne. Ji ber ku ew Rêbereke her ferdekî Kurd raman û îdeolojiya wî fêm kiriye, çiqasî zextan li ser me bikin, em ê zêdetir li ser azadiya Serok Apo û mafê xwe kar bikin.”

‘TEVÎ ZEXTAN JÎ EM JI BO AZADIYA RÊBER OCALAN KAR DIKIN’

Parêzer Çiro qala zext û astengiyên li Başûrê Kurdistanê li pêşiya xebatên ji bo Ocalan jî kir û got: “Li başûrê Kurdistanê rewşeke siyasî ya cuda heye li gorî beşên din ên Kurdistanê. Li Bakur û Rojava welatî dikarin bi wêrektir kar bikin, lê li vir em dibînin zextek yekcar heye. Em li ber zextan serî natewînin, bi qasî em dikarin em kar dikin. Weke erkê ser milê xwe dibînin. Dema borî me hewl da çend çalakiyan bikin, çalakiyên me hatin astengkirin. Hinek çalakî jî bi serbilindî me pêk anî. Ji bo piştevanîkirina parêzerên ku xwestin biçin Îmralî me jî li vir nêzî 43 parêzeran daxuyaniyek amade kir hem piştevaniya xwe bînin ziman û hem jî daxwaza xwe diyar bikin. Ev çalakiya me hate astengkirin. Çalakiya me ya li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê xurt derbas bû. Ev jî nîşan dide ku gelek kes hene li gel wê dosyayê ne û di nava kar û xebatê de ne.”

BÊDENGIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ

Herî dawî Parêzer Çiro bal kişand ser bêdengî û berjewendiyên van hêzan a li ber berpirsyariya xwe ya li Îmralî û Ocalan û wiha domand: “Bêdengiya hêzên navneteweyî ya li ber doza Rêber Ocalan ji ber wê yekê ye xwedî fikir û felsefeyeke ne tenê gelê Kurd, hemû gelên cîhanê pêwîstî bi wê heye. Fikir û felsefe, bername û sîstemeke ji bo sîstema modernîteya sermayedarî ku niha serwerî li hemû cîhanê dike, çareserî ye. Bêdengiya hêzên navneteweyî jî ji ber di bin bandora vê sîstemê de ne, dibe sedem ku bi vî rengî bêdeng bin. Ev hêz li ser wê yekê kar nakin ku ne di berjewendiyên wan de bin. Doza Rêber Ocalan û azadiya wî kar li ser berjewendiyên wan nake, dijî berjewendiyên wan in, ji bo wê ye ev bêhelwestî û bêdengiya neexlaqî li ser Rêber Ocalan heye.”