Aysel Tûglûk sewqî Kandirayê hat kirin

Aysel Tûglûk a hate girtin, sewqî Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kandirayê hat kirin.

Alîkara Hevserokên HDP'ê Aysel Tûglûk, ku ji ber lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya têkildarî KCD'ê de roja 26'ê Kanûnê hate binçavkirin, duh hat girtin û sewqî Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kandira ya Kocaeliyê hate kirin.

Alîkarê Hevserokên DBP'ê û endamê Koma Aştiyê Seydî Firat û Ramazan Ozbek, Halîs Bîlen, Mehmet Baysal, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Cabbar Leygara, endamê berê yê Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Cafer Kan, Edîp Yaşar û Abdulbakî Karadenîz ên ji ber heman dosyayê hatin girtin, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ne.