AYM: 96 ji 100’î ne sazkar, lê dikare li girtîgehê bimîne!

Dadgeha Destûra Binehîn (AYM) ji bo Celal Şeker ku nexweşê diyalîzê ye û 96 ji 100’î ne sazkar e, got dikare li girtîgehê bimîne.

Celal Şeker ji ber sedema ku gurçika wî têrê nake ev 14 sal in nexweşê diyalizyê ye û rapora wî heye ku 96 ji 100’î ne sazkar e lê hê jî di girtîgehê de ye. Şûbeya Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji ber sedema ku Şeker li girtîgehê bimîne talokeya jiyanê li ser heye û li gel ku 10 raporên nexweşxaneyên dewletê yên Şeker hene jî ku ew li girtîgehê bimîne talokeya jiyanê li ser hene, li ser rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ ya Saziya Tiba Edlî (ATK) serlêdana tevdîrê li Dadgeha Destûrê kir.

Parêzerê Endamê Komîsyona Hiqûqê ya Şûbeya Amedê ya ÎHD’ê Abdûllah Zeytûn, di serlêdana tevdîrê de ya li AYM’ê got, bêyî ku rewşa tendirûrtiyê ya Şeker were çaverêkirin heke li saziya înfazê ya cezayê were hiştin dibe ku taloke li ser jiyana wî ya madî û manewî çêbibe û xwest ku bi tevdîrî biryara berdanê were dayin.

BIRYARA AYM’Ê

Komîsyona Sêyemîn a Beşa Yekemîn ya AYM’ê bi hinceta ku Şeker xwedî wan derfeftan e ku dikare xwe bigihîne xizmetên tendirûstiyê û li girtîgehê bimîne ti talokeya jiyanê ya maddî û manewî nîn e daxwaza parêzer qebûl nekir.

Malbata Şeker û ÎHD’ê wê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.

RAPOR DIBÊJIN NIKARÊ LI GIRTÎGEHÊ BIMÎNE

Celal Şerker ji ber sedema ku gurçika wî têrê nake ev 14 sal in nexweşê diyalizê ye. Beriya ku were girtin rojê çar caran tedaiya Perîton Diyalîzê û rojê carekê jî tedawiya Hemodiyalîzê didît. Ji hêla gelek nexweşxaneyên dewletê ve rapor ji bo Şeker dane ku ew li girtîgehê bimîne li ser jiyana wî taloke heye.

SAZIYA TIBA EDLÎ RAPOREKE SKANDAL DA

Her wiha rapora Şeker heye ku bedena wî 96 ji 100’î ne sazkar e lê li gel vê jî Saziya Tiba Edlî raporek da ku tê de dibêje, ‘’bi serê xwe dikare jiyana xwe bidomîne.’