Aydogdû: Armanca bingehîn a şer hedefên Osmanî ye

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Hîlmî Aydogdû işaret bi polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk kir û got, "AKP'ê ji bo xatirê hedefên Osmanî û Mîsakî Mîllî Rojhilata Navîn kiriye qada dagirkeriyê."

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hîlmî Aydogdû polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Rojhilata navîn, têkiliyên xwe yên li herêmê û operasyona gengaz a li Îdlibê ji ANF'ê re nirxand. Aydogdû diyar kir, dewlet bi salan e polîtîkaya şerê taybet li ser Kurdan ferz dike û destnîşan kir ku ev polîtîka bi feraseta Osmanî li dijî Kurdan û gelemperiya Rojhilata Navîn tê meşandin.

'KURD LI ROJHILATA NAVÎN HÊZA DIYARKER E'

Aydogdû işaret bi têkoşîna azadiyê ya Kurdan a li dijî polîtîkayên şerê taybet kir û got, "Dewlet nêzî 90 sal in polîtîkaya înkar, asîmîlasyon û tinekirinê dimeşîne. Ev polîtîka carna bi komkujiyên fîzîkî, carna jî bi asîmîlasyonê bi cih hate anîn. Gelê Kurd jî bi têkoşîna hebûna neteweyî ya çil salan destketiyên gelekî mezin afirand. Gelê Kurd bû neteweya herî dînamîk û hemdem a Rojhilata Navîn. Ev yek ji bo gelên din ên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bû çavkaniya îlhamê. Têkoşîna azadiyê ya Kurd veguherî dînamîkeke gelekî mezin. Me bandora vê yekê li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê dît. Kurd bûn hêza diyarker li Rojhilata Navîn."

'TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA GELÊ KURD TIRS BERDAYE NAVA DILÊ AKP-MHP'Ê'

Aydogdû destnîşan kir, têkoşîna ku gelê Kurd li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dewletê dimeşîne tirs berdaye dilê AKP-MHP'ê û wiha pê daket:

"Pêvajoyeke aştiyê hebû ku sala 2013'an dest pê kir û heta Nîsana 2015'an dewam kir. Ev pêvajo hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê bû hêviya tevahiya civakê. Her kesî qeneata xwe pê anî ku meseleya Kurd wê bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibe. Bêguman sedemên mafdar ên vê hêvî û bendewariyê hebûn. Lê belê AKP bi rengekî stratejîk nêzî pêvajoya çareseriyê nebû. Sala 2015'an deklarasyonek hate weşandin. Nêzîkatiya Erdogan a li vê deklarasyonê ev yek nîşanî me da; Erdogan ji bo mijûl bike û pêkhateyên tevgera azadiyê ya Kurd deforme bike vê pêvajoyê bi kar tîne. Vê rewşê jî raxist pêş çavan bê tifaqa AKP-MHP çiqasî ji têkoşîna azadiyê ya Kurd ditirse."

'AKP BI FERASETA OSMANÎ HEWL DIDE HERÊMÊ DAGIR BIKE'

Aydogdû işaret bi Rojavayê Kurdistanê kir û got, di nava panzdeh-bîst salên dawî de li Rojava sazîbûneke demokratîk pêk hatiye, vê yekê hikumeta AKP'ê tirsandiye, lewma hewl dide li pêşiya wê bibe asteng. Aydogdû got, "Rewşa Rojava dikare ji Rojhilata Navîn re bibe mînak û pêşî li demokratîkbûna herêmê veke. Ev yek bêguman wê bandor li Tirkiyeyê jî bike... AKP tirsiya ku ev rewş wê bandorê li desthilatdariya wê bike û ev yek li dijî xwe weke metirsiyekê gefekê dît. Halbûkî diviyabû Tirkiye ji vê pêvajoya demokratîkbûnê baş sûd werbigirta."

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Hîlmî Aydogdû diyar kir ku Tirkiye bi feraseta Osmanî hewl dide kevneşopiya mîsakî mîllî li Rojhilat Navîn pêk bîne û got, ev feraset niha xwe li ser Kerkûk, Mûsil û Rojava ferz dike. Aydogdû bi bîr xist ku AKP hewl dide gelek herêmên Kurdan dagir bike û got, "Tirkiye bi vê armancê kete nava Efrîn, Cerablûs û Babê."