Aydenîz: Tirsa têkçûnê ketiye dilê AKP'ê

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz nerazîbûn nîşanî zext û zordariya AKP'ê ya li dijî partiya wan da û got, dem hatiye, tirsa têkçûnê ketiye dilê AKP'ê.

Rêxistina Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest bi wergirtina serlêdanên ji bo bernamzetiyê hevşaredariyan kir ku wê hilbijartina wê 31'ê Adara 2019'an pêk were. Ji roja 20'ê Mijdarê ve ku dema serlêdanê dest pê kiriye avahiya HDP'ê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Polîsan bi maşîneyên zirxî li dor li avahiyê girtine. Polîs bi kamerayan û maşîneya xwedî taybetiya qeyda deng, ketin û derketina ji avahiyê qeyd dikin.

'NÎŞANEYA DAGIRKERÎ Û DÎKDATORIYÊ YE'

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz nerazîbûn nîşanî  pêkanîn û dorpêça polîsan da. Aydenîz da zanîn ku dorpêça li ser avahiya HDP'ê dorpêçek nû nîne, bi salan e tirsa siyaseta Kurd di dilê AKP’ê de heye. Aydenîz destnîşan kir ku armanca sereke ya vê dorpêçê dagirkeriye û wiha got, "Ji sala 2009'an ve êrîşên li ser siyaseta Kurd kete merhelekeyk din. Siyasetmedar tên destgîrkirin, tên revandin û girtin. Di dema dawî de dorpêça li ser avahiya me ya bajêr zêde bûye. Ev dorpêç ne tenê li Amedê li dor hemû avahiyên me yên li Kurdistanê heye. Ev jî nîşaneya dagirkerî û dîktatoriyê ye."

'BI ZORDESTIYÊ DIXWAZE XWE LI SER LINGAN BIMÎNE'

Aydenîz diyar kir, hikumeta AKP'ê bi darê zorê û şîdetê dixwaze serî li gelê Kurd bitewîne û wiha pê de çû: "Polîtîkayên AKP'ê yên zordestiyê bi taybetî di demên hilbijartinê de xwe bêhtir nîşan dide. AKP dizane di dema hilbijartinê de gel li dora partiya me dibe yek û ji bo pêşî li gel bigire, avahiya me bi polîs û leşkeran dorpêç kiriye. Ev tirs û dorpêç nîşan dide ku  AKP dizane dem hatiye û ji tirsan û bi zorê dixwaze xwe li ser lingan bigire. Tevahiya dinyayê encamên 7'ê Hezîranê dît û ev encam jî li dijî zordestî, rejîma yek kesî û dîkdatoriyê bû. Ev encam encama gelan û encama aştî û demokirasiyê bû."

'EV PÊKANÎNEK SIYASÎ Û POLÎTÎK E'

Aydenîz anî ziman, ji ber ku HDP sîwana hemû nîjad, ol û baweriyan e AKP êrîş dike û got: "HDP partiya jin, ciwan û ramanê azad e. Ramanê HDP'ê bûye tirs û xofa dilê desthilatdariya faşîst. Di vê sala dawî de jî bi Rewşa Awarte re hemû sazî û rêxistinên bi rêxistina Kurd û HDP'ê re dixebitin girtin. Bi rêya xespê şaredariyên me dagir kirin û hemû hevşaredarên me dîl girtin. Em ji kesî natirsin û em ê karê xwe bi gelê xwe re bimeşînin. Em ê ji niha û pê ve civînên xwe li derve li dar bixin. Hewce bike em ê serlêdanên bernamzetên xwe jî li derve li ber derî qebûl bikin. Bi taybetî ev polîtîkayek zextan a li dijî kesên tên serlêdanê ye. Dixwazin ji niha û pê ve çavê me bitirsînin. Ev pêkanînek siyasî û polîtîk li dijî me pêk tînin."