Aydenîz: Abdullah Ocalan dikare gelê Kurd ji vê kaosê rizgar bike

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz nerazîbûn nîşanî NY’yî da ku li ber sûcên Tirk bêhelwest e û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare gel ji kaosê rizgar bike.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya serdanên bi gel re yên li bajarên Kurdistanê serdana Rihayê kirin. Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozgurtk û Hevserok Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li avahiya rêxistiha HDP’ê ya Wêranşanê bi gel re civiya. Parlementerên HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, Nûsrettîn Maçîn û rêxinstinên civaka sivîl û gelek kes amade bûn.

Avahiya Wêranşarê dema civînê ji aliyê wesayîtên zirxî ve hate dorpêçkirin, welatiyên ku xwestin tevlî civînê bibin hewldana sepandina GBT’ê li ser hatin ferzkirin. Hate dîtin ku wêneyên gel jî hatine kişandin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz got: “Yê gel ji vê krîzê rizgar bike Ocalan û pradîgmaya ku pêş xistî ye.

Aydenîz destnîşan kir ku dema mijar dibe destkeftiyên gelê Kurd hemû hêz dibin yek û got: “ Yê herî baş vê dizane gelê Rihayê ye. Gelê Kurd ev çete têk birin. Dema çete têk çûn şerê wekaletê Tirkiye girt ser milê xwe. Dewleta Tirk a wekaleta şer girt ser milê xwe êrîşî hemû Kurdistanê kir, destkeftiyên gelê Kurd dike hedef. Hebûna xwe li ser dijiminahiya gelê Kurd avakiriye.

Hevseroka DBP’ê Aydenîz têkildarî rapora Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriye ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ev got: “NY têkiliya Tirkiye ya bi çeteyan re belge kir. Dîsa dizî, talan û destdirêjî-destavêtin hate belgekirin. Anî ziman ku ev sûcê şer e. Em vê ji NY’yê pirs dikin, hûnê li ber van bûyeran çi gavan bavêjin? Tenê bi avakirina raporan nabe. Dema ku gav neavêjin wê demê hûn hevkarên vê ne. Em baş dizanin kîne hevkarên van sûcan.”

Aydenîz diyar kir ku hêzên serwer ji bo projeya xwe li Rojhilata Navîn pêk bîne Rêberê Gelê Kurd radestî Tirkiyeyê kir, xwest ku bigihêje armancên xwe û got: “Îro jî hevkarên êşkenceya li Îmralî ne. Tecrîda li ser Ocalan li ser hemû gel tê kirin.”

Aydenîz bal kişand ser êşkence, destgîrkirin, girtin û revandinên ji aliyê tifaqa rejîma AKP-MHP’ê ve û got: “Em baş dizanin ku ev desthilat dev ji şer berde wê winda bike. Di warê aborî, civakî û sosyal de tiştek nîne ku bide vî gelî. Ti rewabûna vê desthilatê nemaye. Bi polîtîkayên zextê dixwaze xwe li ser piyan bigire. Dixwazin gelê Kurd tine bike. Lê em ê xwe bi rêxistin bikin û vê sîstemê tine bikin.

Herî dawî Aydenîz bal kişand ser revandina ciwanan yên ji aliyê kesên xwe weke endamên MÎT’ê didin nîşandan ên demê dawî û got: “Binêrin, di doza JÎTEM’ê de pereyê parêzerên berpirsan didin. Ev mînakek vekirî ye.