Aydenîz: Êriş ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye

Hevseroka DBP'ê Aydenîz got, divê PDK, YNK û partiyên siyasî hemû bibînin ku êrişên li ser Başûrê Kurdistanê ji bo dagirkirinê ne ev pirs li hemûyan kir: "Li Efrînê çima ala Tirkan li ba ye, çima PTT tê vekirin?"

Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

Aydenîz bi bîr xist, ku mêtingeriya Tirk bi sedan sal in ku bi konsepta qirkirinê bi rengekî bênavber êrişê dike û di vê mijarê de jî piştgiriyê ji hêzên navneteweyî û herêmî werdigire. Aydenîz got, "14-15'ê Hezîranê bombe li qadên sivîlan tên barandin. 20 baregehên leşkerî yên Tirk hene û Başûrê Kurdistanê ya ku bi berdêlên mezin hatiye afirandin, di bin dagirkeriyê de ye. Ji êrişên li vir ên li ser sivîlan, DYE, Iraq, Îran bi qasî Tirkiyeyê berpirsyar in. Lewma qirkirina Kurdan bi rengekî hevgirtî tê kirin. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya Kurd alternatîfekê pêşkêşî gelên cîhanê dike, êrişê dibin ser vê têkoşînê. Birêz Ocalan ji ber vê yekê bi komploya navneteweyî radestî Tirkiyeyê kirin."

TÊKOŞÎNA KURDAN YEKPARE YE

Aydenîz destnîşan kir, li dijî êrişên topyekûn, parastina destketiyên li çar parçeyên Kurdistanê bi avakirina yekîtiya neteweyî dibe û got, "Hewl didin ku pêşengên gelê Kurd, partiyên wan li ber hev rakin. Em partiyên jî hev sûcdar dikin. Halbûkî têkoşîna gelê Kurd yekpare ye, divê bi vî rengî bê dîtin. Ev yek pêwîste bi rengekî eşkere bê fêhmkirin; Divê mirov bi rengekî yekpare li Rojava, Bakur, Rojava û Başûr binerin. Têkoşîna her partiyekê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Her kesên li azadiya Kurd û Kurdistanê dikifire divê bi vî rengî lê binerin."

PARTIYÊN KURD TEMÎNATA HEV IN

Aydenîz anî ziman ku divê partiyeke Kurd li pêşiya partiyeke din a Kurd weke astengiyê neyê dîtin û wiha dewam kir: "Pêwîste her partî û pêkhateyeke Kurd weke temînata partiyeke din bê dîtin. Li dijî yên ku digotin 'Kobanê li ber ketinê, ye dikeve' têkoşîna hevpar a partiyên Kurdan hemûyan serketin afirand. Bala xwe bidinê; niha li Efrînê Kurdî qedexe ye û ala Tirk tê hejandin. Ji ber vê yekê partiyên Kurd temînata hev in. Başûrê Kurdistanê bi ked û berdêleke mezin hate afirandin, lewma êrişên li ser Başûr gefeke mezin e. Parastina destketiyên li wê derê bi sûcdarkirina partiyeke din a Kurdan nabe, bi pêkanîna yekîtiya neteweyî dibe."

LI BER HÊZÊN KU NAKOKIYAN MEZIN DIKIN RABIN

Aydenîz bal kişand ser lêgerîna li yekîtiyê, hevdîtinên yekîtiyê û lihevkirina dewamkirina van danûstandinan ên li Rojavayê Kurdistanê û got, "Divê gelê me li ber hêzên ku nakokiyan mezin dikin rabe. Di nava gelê de me pirsgirêka yekîtiya neteweyî nîne, di nava partiyên siyasî yên Kurdan de pirsgirêka sekna neteweyî heye. Xeta me ya sor daxwazên gelê me ye, parastina destketiyan e. Çawa ku bi rêya qeyûman li Bakur îradeya gelê Kurd nas nakin, li ser Başûr û Rojava jî êrişa li dijî statuyê heye. Pêwîste em bi rengekî topyekûn li ber vê yekê rabin."

NABE KU DAXWAZÊN GEL JI NEDÎTÎ VE BÊN

Aydenîz destnîşan kir ku PDK, YNK û partiyên din nikarin daxwazên gel ji nedîtî ve bên û diyar kir ku divê bi taybetî PDK sekna xwe di ber çavan re derbas bike. Aydenîz got, "Nêrîna me ya siyasî dibe ku ji hev cuda be, lê belê divê armanca me hemûyan azadiya gelê me be. Armanca Tirkiyeyê ne tenê tunekirina PKK'ê ye, tunekirina gelê me ye. Divê partiyên Kurd hemû vê yekê bibînin. Raperîna gel a piştî komkujiya li Şêladizê rû da girîng e û çalakiyeke ku partiyên siyasî bîne ser hişê xwe. Çalakiya herî rewa ya gel e. Xwedîderketina li destketiyên gelê Kurd ên li çar parçeyan e."

DIXWAZIN DAGIR BIKIN

Hevseroka DBP'ê Aydenîz got, divê PDK, YNK û partiyên siyasî hemû bibînin ku êrişên li ser Başûrê Kurdistanê ji bo dagirkirinê ne û wiha dewam kir: "Ev êriş ne tenê li ser PKK'ê ye, êriş ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Gelo li Efrînê çima ala Tirkan li ba ye, çima PTT tê vekirin? Divê partiyên Kurdan hemû vê yekê ji xwe bipirsin."