Avesta: Sala 41'ê wê bibe sala têkçûna faşîzmê

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, 40 salên berxwedana PKK'ê nirxand û got, di demekê de ku hêvî nema bû PKK derket holê û mîna tovekî azadiyê li xaka Kurdistanê şîn bû.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bi wesîleya salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivî.

Avesta salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan berxwedêrên zindana, lêgerînerên azadiyê; jinên Kurd ên fedakar, şervanên azadiyê, milîtanên kadro, gelên Kurdistanê, dost û mirovahiya pêşverû pîroz kir.

Avesta di şexsê Hakî Karer de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî.

'PKK BÛ TOVÊN AZADIYÊ Û LI XAKA KURDISTANÊ ŞÎN BÛ'

Avesta diyar kir, her kêliya 40 salên bihurî bi ked û xwîna mirovên leheng ên xwe bi felsefeya Apoyî xemilandin, derbas bû û got, "Di nava şert û mercên welê de ku hêvî qet nemabû û derfetên serketina doza hebûn û azadiyê tine bû, bi keda Rêber Apo û çend hevrêyan derket holê. Bû tovên azadiyê û li xaka Kurdistanê şîn bû."

Avesta got, "Di nava têkoşîna bêhempa ya 40 salî de PKK'ê ne tenê pêşengî ji afirandina dîrok û civakeke nû re kir, di heman demê de kir ku gelê me xwe ji nû ve bigihîne dîroka xwe ya qedîm û têkiliyê pê re deyne."

Avesta da xuyakirin, têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd û PKK'ê bandor li tevahiya civakê kir û got, "Li dijî netwe dewleta mêtinger a Tirk a faşîst ku hewl dide hêviyên jin û gelan ji holê rake, bi berxwedaneke mezin têkoşiya. Li dijî bê hêvîtî, bê bawerî, nezanî û dilên kobûyî, bû bawerî û cesareta hêviya serketinê."

'BIRYARA DYA'YÊ DEWAMA KOMPLOYÊ YE'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di dewama axaftina xwe de işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Qaşo bi rêya qanûnan hewl dide tecrîda giran binixumînin. Rêberê me 20 sal in tecrîdkirî ye. Di şexsê Rêber Apo de dixwaze partiya me PKK'ê û gelê me teslîm bigirin. AKP-MHP ên faşîst ku li pêşberî felsefeya jiyanê û paradîgmaya nû ya Rêberê me bê çare maye, bi rêya tecrîda giran dixwaze encamekê bi dest bixe. Dixwaze komploya 15'ê Sibatê bidomîne.

Biryara dawî ya DYA'yê nîşaneya berbiçav a vê yekê ye. Nerazîbûna gelê me ya li dijî vê biryara bê exlaqî û bê rûmet, girîng e. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li partî û pêşengên xwe yên şoreşger xwedî derdikeve."

'TÊKOŞÎNA JINÊN KURD BÛ ÎLHAM JI GELÊN BINDEST RE'

Avesta her wiha bal kişand ser cihê jinê di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de û got, "Jin li her derê herikîn nava tevgera azadiyê. Cihê xwe di nava pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê de girtin. Piştî vê pêngavê jin bi xurtî tevlî nava refên gerîla bûn. Bi ragihandina yekemîn artêşbûna jinê ya li cîhanê re jin bûn xwedî îrade û hêza xweparastinê. Li refên herî pêş ên serhildanan de cih girtin. Jinên Kurd ên berê xwe dan azadiyê, li zindanan bi pêşengiya hevrê Sakîne Cansiz li ber faşîzmê, dijminê dagirker rabûn."

Avesta anî ziman, têkoşîn û berxwedana jinên Kurd bi taybetî di şoreşa Rojava de û li Şengalê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê nîşan dan, bandoreke mezin li mirovahiyê kir û got, "Bû sedem ku hemû cîhan bi taybetî jin berê xwe bidin şoreşa Kurdistanê. Ji gelên bindest û jinan re bû çavkaniya îlhamê. Di salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê de tevgera jinên azad a Kurdistanê ji her demê bêhtir xwe bi xurtî bi rêxistin dikin, li dora Rêber Apo li hev dicive û wê komloya navneteweyî ku ji nû ve xistine dewrê, pûç bikin. Têkoşîna me ya azadeiyê ku bi pêşengiya jin û ciwanan bi pêş ve diçe, ji her demê bêhtir nêzî serketinê ye."

'EM Ê SALA 41'Ê BIKIN SALA TÊKÇÛNA FAŞÎZMÊ'

Di dawiya axaftina xwe de Avesta diyar kir ku di sala 41'ê de wezîfe û berpirsyariyên mezin li pêşiya wan hemûyan e û got, "Divê karê ji bo yekîtiya neteweyî bi xurtî werin kirin. Pêwîste neyê jibîrkirin ku têkbirina faşîzmê bi vî rengî dibe."

Avesta destnîşan kir ku qedandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rabûna li ber tecrîdê dibe û got, "Fêhmkirin û pêkanîn wezîfeya me ya sereke ya şoreşgerî ye. Rêberê me dibêje, 'Fêhmkirin pêkanîn e. Ji bilî pêkanînê tiştekî din ê bê kirin nîne'. Eger em li ser xeta Apoyî xwedî li erk û wezîfeyên xwe derkevin, em ê sala 41'ê ya PKK'ê bikin sala serketina herî mezin, bikin sala têkbirina faşîzmê."