Avesta: Hatina gerîla û çûyîna gerîla bi heybet bû!

Avesta: Civaka Êzidî di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Êdî civaka Êzidî gihiştiye wê astê zanabûnê ku bê ka çawa bijî, çawa xwe biparêze û çawa yekîtiya xwe ava bike, divê vê didomîne.

Endama Koseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ya ku bal kişand ser vekişîna hêzên gerîlayên HPG’ê û YJA Star ên li Şengalê û got: “Pêşîgirtina ciwanan a wesayîtan a gotina; ‘Em naxwazin gerîla biçe’ pir bi wate ye. Lê bi heman zanabûnê divê ciwanên me bê ka wê çawa xaka xwe biparêzin, wê çawa statûya civaka xwe bidest bixin, divê cih di hêzên parastinê de cih bigirin.”

Avesta ya ku Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir, anî ziman ku divê di serî de hemû Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê ji bo mîmarê jiyana azad Ocalan, berxwedana gel û jinan di heman demê de sala 2018’an wê bibe sala berxwedanê ya bê navber a li dijî faşîzmê.

Avesta hatina gerîlayên HPG’ê û YJA Star ên dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî şengalê kirin bibîr xist û got: “Piştî êrîşê du rojan daxuyaniyeke welatparêzî, azadî raber kirin û li dijî fermana ku civaka Êzidî rû bir û ma berê xwe dan Şengalê. Gerîlayan li Şengalê ne tenê civaka Êzidî ji DAIŞ’ê parast. Di heman demê de civaka Êzidî li ser bingehê felsefeya azadiya Rêber Apo, bû hêviya gerantiya jiyana azad û siberojeke bi hêvî.”

Avesta bal kişand ser bandora gerîlayên YJA Star a li ser civakê kirî û wiha nirxand: “Gel digotin; ‘Çawa dibe jin dest tavêje çek û rextan li bejna xwe dipêçe û li dijî yek ji hêzên herî paşver û hov ên serdema me DAIŞ’ê şer dike.’ Gerîlayên YJA Star ji bo jinên Êzidî bû sembola ji nû ve jiyînê. Civaka Êzidî agahiyên spekulasyon ên li hemberî gerîla tê kirin rastî dîtin. Dîtin bê ka gerîla çawa ew parastin, ji bo hebûn û jiyîna wan çawa xwe feda kirin. Bi hatina gerîla re, bi lehengî bi felsefeya jiyana azad a Rêber Apo ve li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan. Bi vî rengî navê gerîla li nava dilê gel û dîrokê hate nivîsîn. Ji bo civaka Êzidî gerîla, vîn, ewlehî, xwebûn, bi xwe bûn, yekîtîbûne.”

Avesta bal kişand ser vekişîna gerîla ya ji Şengalê û peyamên hatin dayîn û got: “Divê vekişîna gerîla di nava gel de nebe sedemê ketina bêmoraliyê.Tevgera Azadiyê carekî din rê nade ku ev gel di fermanan re bê derbaskirin, bi qirkirina re bê derbaskirin. Ji xwe kengê bixwazin kengê bixwazin wê cih li gel Êzidiyan bigire. Vekişîna gerîla ji bo parastina civaka Êzidî bi xwe bû. Ji ti pêkanînên cudatir li ser civaka Êzidî pêk neyê.”

Rondikên çavên dayik, jin, zarok û ciwanên Êzidî di heman demê de dide nîşandan kû di jiyana nû de bi biryar û israr in. Gelê Êzidî piştî fermanê, bi rêxistin bûyînê, rastiya gel, avakirina deste û saziyên demokratîk ku bidest xistî divê hê kurtir bikin û bidomînin. Bi taybet gelê me yê Êzidî yên li dîasporayê dijîn vegerin li ser xaka xwe, di deste û saziyên hatine avakirin de erk bigrin. Divê berê xwe bidin xaka xwe û qadên jiyana azada ava bikin.”

Avesta diyar kir ku ev pêjavo, pêvajoya demokratîkbûn û avakirina statûya xwe ye û wiha got: “Divê tu kes paşve vekîşîna gerîla di wateyek şaş de bi kar ne îne. Êdî civaka Êzidî gihiştiye wê astê zanabûnê ku bê ka çawa bijî, çawa xwe biparêze û çawa yekîtiya xwe ava bike, divê vê didomîne.

Avesta got ku asta gelê Êzidî gihiştiyê gelek girîng e û wiha domand: “Her tecrubeyên ku ji YJA Star hatî girtin re divê bi xwe bawer bin. Şervanên YJŞ’ê di pêngava rizgarkirina Reqayê de cih girtin. Divê ji Berîvanan, Nûjiyanan, Tekoşînan têkoşînê fêr bibin. Di her rewşê de divê xwedî li vê ked û paşerojê derbikevin.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avest di dawiya axaftina xwe de got, dema ku gerîla ji herêmê derdiket bûyerên çêbûyîn gelek girîng e û wiha anî ziman: “Dema ku ciwan xwe avêtin pêşiya wesaîtan û digotin ‘Em naxwazin gerîla biçe’ gelek watedar e. Divê ciwanên me bi vê hişmendiyê xaka xwe biparêze û ji bo bidestxistina statûya gelê xwe di nava hêzên parastinê de cihê xwe bigrin. Dem dema xwedîderketian li gel û parastina gelê xwe ye. Divê xwedî li keda 4 salan derbikevin. Hatin gerîla û çûyîna gerîla bi heybet bû. Çawe hatina wan bi qehremantî bû, derketina wan jî bi qehremantî bû. Li ser vî bîngehî di şexsê hemû gerîlayên ku paşve vekişiyan de hemû gerîlayên ku li dijî dijmin têkoşîneke mezin didin silav dikim.”