Avci: Qeyûm wê bicehime, berxwedan wê bi ser bikeve

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci li nobeda demokrasiyê axivî û got, "Qeyûm wê bicehime biçe. Berxwedana me wê teqez bi ser bikeve."

Li Wanê nobeda demokrasiyê ya li dijî qeyûman didome. Çalakî li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê pêk hat û tevî parlamenterên HDP'ê Mûrat Sarisaç û Mûazzez Orhan, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek mirovên ji herêmê tevlî bûn.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci li qada çalakiyê axivî. Avci diyar kir ku qeyûm zilm e, rawestandina li ber zilmê jî mafê herî rewa ye û got, têkoşîna wan ne tenê li dijî pratîka qeyûm e di heman demê de li dijî wan kesan e ku dixwazin paşeroja welêt tarî bikin.

Avci destnîşan kir ku ev sekna li dijî qeyûman hate nîşandan sekneke bi rûmet e û wê teqez bi ser bikevin.

Avci bi bîr xist ku li qenalên televîzyonê nîqaş der barê HDP'ê û Kurdan de tê kirin, lê belê nûnerekî wan jî tevlînayê kirin û got, "HDP paşeroja vî welatî ye. Çi zû çi jî dereng wê bernameya siyasî ya HDP'ê di rêveberiya vî welatî de hebe." Avci got, "Qeyûm wê bicehimin û em ê wezîfeya xwe pêk bînin. Berxwedana me wê teqez bi ser bikeve."