Avahiyên dîrokî yên li Bedlîsê yek bi yek xera dibin

Li Bedlîsê, beşeke mezin a avahî û xaniyên ji kevir ên dîrokî ji ber xemsariyê xera bûne. Yên mayî jî li ber hilweşînê ne.

Bedlîs ku avahiyên dîrokî lê gelek in, weke cih û warên pêşiyên Kurdan Hûrriyan û bi navê 'Bajarê bedew ê li newalê' tê naskirin. Piştî Hûrriyan, Ûrartû li Bedlîsê bûn serdest. Li dû Ûrartûyan jî Med lê serdest bûn. Bedlîs, ku malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye, bi hezaran avahiyên dîrokî ji roja îro re hişt. Mîna li hemû bajarên Kurdistanê, Bedlîs jî bi berhem û dîroka xwe balê dikişîne. Bêhna dîrokê ji her devera Bedlîsê tê. Dîroka bajêr digihêje 7 hezar sal beriya niha. Bedlîs berê ji xaniyên ji kevir ên ji du an jî sê qatan pêk dihat. Bedlîsa ku xwedî bi hezaran avahî û xaniyên ji kevir e, kêm maye ku vê taybetmendiya xwe ji dest bide. Ji ber polîtîkaya dewletê, şert û mercên xwezayî, xemsarî û avahiyên ji betonan, avahiyên dîrokî yên li Bedlîsê yek bi yek xera dibin.

DEWLET AVAHIYÊN DÎROKÎ YÊN LI BEDLÎSÊ XERA DIKE

Avahî û kaniyên ji kevir ên dîrokî yên ji ber koçberî û xemsariyê vala dimînin, bi demê re xera dibin. Ev xaniyên ku berê bi hezaran ji wan hebûn, îro gelekî kêm mane. Yek ji mezintirîn sedemên hilweşîna avahî û xaniyên dîrokî jî ew e ku dewletê ev der weke herêma sîtê ragihandiye. Ji ber ku dewletê taxên ji avahiyên dîrokî weke herêma sîtê ragihand û xaniyên ji kevir ên dîrokî xist bin parastinê, xwediyê xaniyan nikarin tadîlata xaniyên xwe bike. Ji bo karibin bikin jî divê destpêkê destûrê ji Desteya Bilind a Bîrdariyan bigirin. Girtina vê destûrê jî bi salan dewam dike. Gelek caran ev destûr nayê dayin. Destûra ji bo tadîlatê tê dayin jî, ji ber ku maliyeta xwe zêde ye, xwediyê xaniyan nikarin bikin. Dirêjbûna dema dayina destûrê û mesrefa zêde ya ji bo tadîlatê dibe sedem ku ev xaniyên dîrokî hê zû hilweşin. Li xwediyê xaniyan ên tadîlata xaniyên xwe dikin jî dewlet dozê vedikin û dikin ku cezayekî giran bidin. Ji ber vê helwesta dewletê gelek ji xaniyan hilweşiyane û veguherîne xirbe.

BI HEZARAN AVAHIYÊN DÎROKÎ LI BENDA RESTOREKIRINÊ NE

Tevî ku dewletê xaniyên ji kevir ên dîrokî xistiye bin parastinê jî, ji bo restorekirina van xaniyan heta niha tiştek nekiriye. Dewleta ku li gorî qanûnên xwe jî tevnagere, bi vî rengî çavê xwe li hilweşîna xaniyên ji kevir ên dîrokî digire.

Xaniyên ji kevir ên dîrokî yên Bedlîsê ji bo tûrîzmê jî gelekî girîng in. Tevî van taybetmendiyên xwe jî, tûrîzm li Bedlîsê di asta nebûnê de kêm e. Bi hezaran avahiyên dîrokî li benda restorekirinê ne. Lê di vî warî de heta niha tiştek nehatiye kirin. Ligel nekirina karê restoreyê, ev berhemên dîrokî bi têrkerî nehatine nasandin. Bedlîsî li ber vê xemsariyê radibin û destnîşan dikin ku avahiyên dîrokî di bin parastina dewletê de tine dibin.