Avahiya Eniya Tirkmen hate şewitandin

Diyar bû, ku avahiya Eniyeta Tirkmen a li Pîrdê, ji aliyê ciwanan ve hate şewitandin.

Avahiya Eniya Tirkmen a li bajaroka Pîrdê ya Kerkûkê vê sibehê ji hêla ciwanan ve hate şewitandin.

Rêveberê Navenda Polîsan a Pîrdê Eqîd Bêstûn Qenarî agahî da Roj Newsê û got komeke ciwanana ji Pîrdeyê êrîş bi ser Eniya Tirkmen de anîne û avahî şewitandine.

Qenarî diyar kir ku hêzên pêşmerge li ser herêmên sînor ên Pîrdê ne, Heşdî Şebî jî çend kîlometre dûrî bajarokê ne û got: ‘’Carcaran di navbera pêşmerge û Heşdî Şebî de gule têne teqandin. Pêşmergeyan îro wesayiteke Heşdî Şebî teqandin. Niha li Pîrdê rewş aram e. Di nav gelên bajarokê de ti gelemşe nîn in.’’

Fermandarê Tûgayê Bedrê Hadî Amrî di daxuyaniyê de duh gotibû Heşdî Şebî wê ji wan herêman derkeve, vekişe sînorên derve yê bajêr. Heşdî Şebî îro di serî de Kerkûk ji navenda gelek bajaran derket.

Partiya Eniya Tirkmen a bi rêveberiya Erşad Salih bi Tirkiyê re xwedî têkiliyên pir germ e. Û tê gotin rasterast ji hêla Tirkiyê ve tê birêvebirin.