Di meha sêyemîn a erdheja 6'ê Sibatê de, ku li gorî daneyên fermî 50 hezar û li gorî çavkaniyên herêmî zêdeyî 100 hezar kes mirin, bi dehan bajar wêran bûn, hema hema mehek ji hilbijartinên ku wê sed salên pêş ên gelê Kurdistan û Tirkiyeyê diyar bikin maye. Tevgera Siyasî ya Kurd ku wê di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de li Kurdistanê bikeve hilbijartinan, wê bi taybetî giranî bide ser herêmên erdhejê.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Gulîstan Atasoy bertekên gel ên li hemberî desthilatdariyê bi taybetî li Amedê ku navenda siyaseta Kurd e, daxwazên hilbijêran û bandora erdhejê ya li ser hilbijartinan nirxand.
Atasoy anî ziman ku, beriya erdhejê jî li Tirkiyeyê krîzeke giran hebû û gelek rojev di nava hev de bû û got ku gelên Tirkiyeyê ev demeke dirêj e vê rewşê dijîn. Atasoy da zanîn ku, erdhejê pergala mêtingeriyê ya newekhev, kapîtalîst û nêzîkatiya navendî ya monîst a desthilatdariyê derxistiye holê.
HURMET NÎŞANÎ ÊŞÊN GEL NEDAN
Atasoy diyar kir ku, her çendî hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi awayekî fermî gihiştiye 50 hezarî jî, lê ew difikirin ku hejmar gelekî zêdetir e û wiha dewam kir: “Ev pêvajo bû sedema ku jiyana gelek mirov winda bibe. Yanî li vir rastî cînayet pêk hatin. Kesên ku bi rojan di bin xirbeyan de man ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan û yên ku di wextê xwe de mudaxele nehat kirin jiyana xwe ji dest dan. Di rastiyê de em behsa hebûna bi hezaran kesên ku nekarîne cenazeyên xwe bigihînin hev, bi îdîaya ku cenazeyên wan bi xirbeyan hatine rakirin, dikin. Ev tu carî nabe mijarek asayî ku were derbas kirin. Me hemû aliyên berevajîkirî yên pergala ku îstîsmar, mirin û felaketê çêdike bi awayek eşkere dît. Henekê xwe bi gel kirin. Bi gotineke din, em bi pergaleke faşîst re rû bi rû ne, ku rêzê ji êşên gel re nagire, hawara wan a alîkariyê nabihîse, nahêle ku ew rexne û gazindên xwe jî bibêjin."
DI HILBIJARTINAN DE QALA VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK HATE KIRIN
Atasoy da xuyakirin ku, gel êdî siberojeke demokratîktir, azad a ku tê de ewleh be û xwe îfade bike dixwaze û got, “Ev xwestek ne tenê ji aliyê Kurdan ve, di tevahiya gelên Tirkiyeyê de jî heye. Herî zêde jin û ciwan dixwazin. Ji bo ku jiyana ewle û azad ava bibe, bi rastî jî divê em bi gelek pirsgirêkan bi awayekî sîstematîktir mijûl bibin. Wê demê guhertin û veguhertineke demokratîk esas dibe. Em wisa difikirin ku ev guhertin û veguhertina demokratîk dê hilbijartinên siberojê destnîşan bike û diyar bike. Di vê wateyê de pêwîste hemû aliyên siyasî bi taybet aliyên opozisyonê bi rastî jî hawirdora siyasî ya pêwîst amade bikin û zemîna siyaseta demokratîk bihêz bikin.”
PÊWÎSTIYA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ
Atasoy destnîşan kir ku, ji ber siyaseta Kurd bi hemû mekanizma û saziyên xwe re, di pêvajoya erdhejê de li cem gel bû, ev yek hişmendiyekî gelekî girîng afirandiye û wiha dewam kir, “Me bi lez têkilî û hevgirtin pêk anî. Em difikirin ku ev yek bê guman di siberojê de veguherînek cûda pêk bîne. Lê di bingeh de, em difikirin ku li vir lêpirsîneke civakî ya pir giran heye. Ev hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo beşên din ên civakî derbasdar e. Vê lêpirsîn û lêgerîna civakî ya gelên Tirkiyeyê careke din anî bîra me ku herî zêde pêwîstiya me bi aştî û demokrasiyê heye. Nîşan da ku gihandina edaletê bikaranîna maf û azadiyan e. Vana ji bo me zemînek pir girîng amade kirin. Em bi biryar in ku her çiqas siyasî be jî vê bi awayekî herî guncaw xurt bikin û biparêzin. Heya îro, ev hewldan berdêlek mezin hewce kir. Bi rastî jî bi deh hezaran endamên me hatin girtin û sirgûn kirin. Yên jiyana xwe ji dest dane jî hebûn. Lê em dizanin ku ev biryardarî, ev têkoşîna mafdar wê di dawiyê de bi ser bikeve.”