Ata: Azadiya Ocalan daxwaza me ya bingehîn e

Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata bal kişand ser girîngiya mîtînga li Amedê ya li dijî tecrîdê û got, azadiya Ocalan daxwaza wan a bingehîn e.

Amadekariyên ji bo mîtînga sibe ya bi navê "Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve" qediyan. Mîtîng bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve tê lidarxistin. Tê payin ku bi hezaran kes tevlî mîtînga li meydana Stasyonê ya Amedê bibin. Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata li ser tecrîda li Îmraliyê û mîtînga sibe, ji ANF'ê re axivî.

'GEL DAXWAZA AZADIYA OCALAN DIKE'

Ata ku tevlî hevdîtina herî krîtîk a pêvajoya ku ji aliyê raya giştî ve weke 'pêvajoya çareseriyê' dihate binavkirin bû, diyar kir ku nîşaneya rewşa heyî ji zûdeyî dihate dîtin. Ata işaret bi sîstema Îmraliyê kir û anî ziman, pêkanînên li Îmraliyê ku naşibin ti ji girtîgehan ev 18 sal in li ser Ocalan tên ferzkirin. Akat Ata destnîşan kir, sîstemeke ku cihê xwe di hiqûqa mafên mirovan a gerdûnî de nîne li ser Ocalan tê ferzkirin û got, gel daxwaza azadiya Ocalan dike.

'OCALAN RÊBERÊ GEL E'

Ata diyar kir, ku girtîgeha Îmrlaiyê girtîgeheke ji rêzê nîne, Ocalan jî girtiyekî ji rêzê nîne û wiha dewam kir: "Haya hikumetê ji vê heye. Ji Nîsana 2015'an û vir ve agahî jê nayê girtin. Malbat û parêzer nikarin wî bibînin. Di mehên dawî de bi rêya medya civakî hin agahî belav bûn. Rêbertiya gel a Ocalan rastiyeke civakî ye. Ji bilî lîderiya wî ya PKK'ê, ew rêberê gel e. Gel wî bi vî rengî dibîne. Gel Birêz Ocalan weke rêberê xwe dibîne. Lewma, ji bo tirs û fikarên li ser ewlekarî, tenduristî û azadiya wî, divê hikumet destûrê bide ku heyetek an jî malbat biçe giravê. Ev daxwaza gel e û ne di teserûfa hikumetê de ye. Mafê hikumxwar bi xwe ye. Niha di nava bêhiqûqiyê de ye. Hiqûq tê binpêkirin."

'JIN DAXWAZA AZADIYA XWE DIKIN'

Ayla Akat Ata destnîşan kir ku jin ji bo Ocalan bêdeng namînin û bi daxwaza azadiya Ocalan bi salan e di asta herî bilind de vê daxwaza xwe tînin ziman. Ata got, Ocalan weke rêberê gel ji bo karibe bi vê rola xwe rabe, girîng e ewlekarî, azadî û tenduristiya wî bên misogerkirin û wiha dewam kir: "Em îro dibêjin 'wê tecrîd têk biçe, azadî wê bi ser bikeve'. Bêguman rakirina tecrîdê gaveke girîng e. Lê belê ji bo pêvajoya diyalogê ya kir nekir veneguherî muzakereyê ji nû ve dest pê bike û veguhere muzakereyê, li gel rakirina tecrîdê divê gavên demokratîk ên pêwîst tavilê werin avêtin. Ya ku ji hikumetê û hêzên pêwendîdar tê hêvîkirin ev e. Di heman demê de vîneke ku gel daniye holê heye û ev vîn ne cihê nîqaşê ye. Em ê mîtîngê li dar bixin. Bêguman em ê gotina xwe bêjin. Di nava şert û mercên Rewşa Awarte de em ê bi gelê xwe re bicivin. Lê ya girîng projeya neteweya demokratîk a Birêz Ocalan e, ku di Mijdar û Hezîrana 2015'an de ji aliyê gel ve hate erêkirin. Ya girîng ev e. Girîng e ev yek li qada mîtîngê bê nîşandan. Birêz Ocalan di nava qadeke ji 6 metre çargoşeyî de di nava tecrîdke girankirî de li ber xwe dide. Ev nêrîn ji Girtîgeha Îmraliyê gihîşt gel û ji aliyê siyasî ve bi cih hat. Ev nêrîna ku gihîşt gelên Tirkiyeyê, benda hilbijartinê pûç kir."

BANGA JI BO MÎTÎNGÊ

Ata bal kişand ser mîtînga xwe, ku wê sibe li dijî tecrîdê li Meydana Stasyonê ya Amedê pêk bînin û got, "Wateya vê mîtîngê ji bo me mezin e. Gelekî girîng e ku em dengê xwe bi rengekî girseyî bilind bikin. Bi mîlyonan mirov daxwaza azadiya Birêz Ocalan dike. Ev daxwaz ji sînoran derbas bûye. Ji dîaspora li Ewropayê heta Awûstralyayê îro çalakî tên lidarxistin û daxwaza azadiya Birêz Ocalan tê kirin. Projeya neteweya demokratîk a Birêz Ocalan îro li Sûriyeyê bi cih hatiye. Pêvajoya avakirina jiyana wekhev û azad a gelan, nasnameyên etnîkî û olan dest pê kiriye." Ata ragihand ku di mijara tenduristî, ewlekarî û azadiya Ocalan de pêvajoya çalakiyan wê bi mîtîngê neqede û çalakiyên wan wê piştre jî dewam bikin.

Ata herî dawî got, "Em bawerin ku em ê azad bibin. Rakirina tecrîdê û misogeriya ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan, daxwaza gel e. Daxwaza gelê me ye ku azadî tavilê pêk were, diyalog ji nû ve dest pê bike û veguhere muzakereyê. Hatineya herî mezin a vê pêvajoyê îradeya azadiyê ye ku gelê me êş veguherandiye hêzê. Ev mîtîng wê bibe wesîleya vê yekê. Mîtînga me wê roja Şemiyê saet di 12:00 de li meydana Stasyonê dest pê bike. Her mîtîng ji bo me beyana îradeyê ye. Ji bo ev beyan bi xurtî bê kirin, ji 7 heta 70 salî em her kesî dawetî mîtîngê dikin."