Asayîşa PDK’ê semînera 15’ê Sibatê asteng kir
Endamên Asayîşa PDK’ê, avêtin ser salona ku wê tikildarî Komploya Naneteweyî ya 15’ê Sibatê semîner bihatiba dayîn girtin, civîn asteng kirin.
Endamên Asayîşa PDK’ê, avêtin ser salona ku wê tikildarî Komploya Naneteweyî ya 15’ê Sibatê semîner bihatiba dayîn girtin, civîn asteng kirin.
Îro endamên Hêzên girêdayî Asayîşa PDK’ê, li Hewlêrê semînera ku ji aliy Akademiya Fikirên Demokratîk û Siyasetê ve têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bihatiba lidarxistin, qedexe kir. Hêzên asayîşê yên ku ketin salona semînerê diyarkirin ku ferman hatiye dayîn û civîn asteng kirin.
Ji rêveberê akademiyê Şûkrûllah Heme Emîn têkildarî civîna ku hate astengkirin agahî da û wiha got: “Hewesta Asayîşa PDK’ê ya li dijî komployekî ku azadiya gelê Kurd kiriye hedef nayê qebûlkirin. Nexazim li gorî rêgezên heyî ji bo xebatên bi vî rengî pêwîstî bi destûrgirtinê jî nake. Helwesta ku hate nîşandan kêfîne.”
Emîn destnîşan kir ku nêzîkatiyê PDK’ê ti eleqeya xwe bi yekîtiya netewî û girêdanên netewî ve nîne, ev nêzîkatî bi ti awayî nayên qebûlkirin. Emîn diyar kir ku hêzên asayîşê yên ku bi ser salonê de girtin dest danîn ser hemû kamerayn jî.