Asayîşa PDK'ê dest danî ser wesayîta nûnertiya HDP'ê
Asayîşa PDK’ê, dest danî ser wesayîta nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê û xwestin ajokarê wesayîtê binçav bikin.
Asayîşa PDK’ê, dest danî ser wesayîta nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê û xwestin ajokarê wesayîtê binçav bikin.
Têkildarî bûyerê ji Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abid Îke daxuyaniyek da.
Îke diyar kir kû îro hêzên aşayîşa PDK'ê, dest danîne ser wesayîta nûnertiya HDP'ê. Endamên asayîşê hewldan ku ajokarê wesayîtê binçav bike, li ser vê yekê kesên li wesayîtê de rê nedan ku ajokar bê girtin. Lê hêzên asayîşê dest danî ser wesayîta nûnertiyê.