Asayişa PDK'ê careke din rojnamevan Omêd Beroşkî binçav kir

Hêzeke asayişa PDK’ê li Dihokê bi ser mala rojnamevan û çalakvan Omêd Beroşkî de girt û careke din ew binçva kirin û birin Girtîgeha Zirika.

Zextên PDK’ê yên li ser rojnamevan û çalakvanan berdewam dikin. Asayişa PDK’ê di çarçoveya vê polîtîkaya xwe de bi ser mala rojnamevan û çalakvan Omêd Beroşkî de girt û binçav kir.

Li gorî zanyariyan, Hêzên Asayişa Dihokê li ser gilîyekî Girtîgeha Zirika îro saet di 10:30’an de bi ser mala Omêd Beroşkî de girt û ew binçav kirin.

Piştî biserdegirtina malê, hêzên asayişê Omêd Beroşkî birin Girtîgeha Zirika. 

Omêd Beroşkî di sala 2021’an de li gel 90 çalakvan û rojnamevanên din li Behdînanê ji hêla hêzên PDK’ê ve hatibûn binçavkirin û Omêd Beroşkî di Sibata 2022’yan de hatibû berdan û di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de dîsan hatibû girtin û paşê hatibû berdan.