Asayîşa Kelarê hewl dide Navenda Çandê ya Nîwegerê bigire!
Hêzên Asayîşa Kelarê dixwazin Navenda Çand û Hunerê ya Nîwegerê bigirin. Pêşî li xebatkarên saziyê tê girtin.
Hêzên Asayîşa Kelarê dixwazin Navenda Çand û Hunerê ya Nîwegerê bigirin. Pêşî li xebatkarên saziyê tê girtin.
Hêzên Asayîşa Kelarê ketin nava avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Nîwegerê û xwestin saziyê bigirin û tabelaya wê daxînin. Tevî ku xebatkarên saziyên gotin ku belgeyên wan ên fermî temam in, hêzên asayîşê gotin, "Rast e belgeyên we hene, lê biryar hatiye dayin ku divê ev sazî were girtin."
Xebatkar û rêveberiya saziyê nerazîbûn nîşanî hêzên asayîşê dan û diyar kirin ku wê dernekevin derve.
Hêzên Asayîşê dor li navenda çandê girtin. Aloziya li herêmê dewam dike.