Asayîşa Hewlêrê nehişt ku mamoste çalakiyê bikin

Mamosteyên ku nikarin mûçeyê xwe bistînin xwestn li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê dakevin qadan. Lê belê hêzên asayîşê nehiştin.

Karmendên li Başûrê Kurdistanê demeke dirêj e nikarin heqdestê xwe bigirin, lewma li kolanan daxwaza mafê xwe dikin. Lê belê rêveberiya li Hewlêrê bi qedexekirin û şîdetê dest li karmendan werdide.

Mamosteyan xwestin roja Duşemê li ber avahiya Wezareta Edaletê çalakiyê bikin, lê destûr nehate dayin.

Hêzên asayîşê hem pêşî li lidarketina çalakiyê girtin, hem jî nehiştin nûçegihanên li qadê wêne û dîmenan bikişînin.

Êvara Yekşemê jî mamoste û kedkarên perwerdeyê li Parka Şanedar a Hewlêrê li hev civiya bûn, lê belê ji ber êrîşa hêzên asayîşê 4 ji wan birîndar bûbûn.