Asayîşa Hewlêrê êrîş bir ser mamosteyan
Mamoste û kedkarên perwerdeyê li Hewlêrê ji bo mûçeyên daketin qadan, lê belê hêzên asayîşê êrîşî wan kirin. Ji ber êrîşê 4 kes birîndar bûn.
Mamoste û kedkarên perwerdeyê li Hewlêrê ji bo mûçeyên daketin qadan, lê belê hêzên asayîşê êrîşî wan kirin. Ji ber êrîşê 4 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya RojNewsê, mamoste û kedkarên perwerdeyê li Parka Şaneder a Hewlêrê li hev civiyan û hikumeta herêmê protesto kirin.
Mamosteyên ku daxwaza mûçeyên xwe kirin bûn hedefa hêzên asayîşê. Asayîşê bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrîş bir ser mamosteyan.
Ji ber êrîşê 4 kes birîndar bûn.
Çalakiya mamoste û karkeran hê jî dewam dike.