Artêşa Tirk tevî çeteyên xwe êrîş kir, Hêzên Şoreşger jî di cih de bersiv dan
Artêşa Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete êrîşî hin gundên herêma Şehbayê kir. Hêzên Şoreşger jî bi tundî bersiv dan êrîşan.
Artêşa Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete êrîşî hin gundên herêma Şehbayê kir. Hêzên Şoreşger jî bi tundî bersiv dan êrîşan.
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombe li gundên El-Semoqe, Herbel, Şêx Îsa, Ên Deqne, Til Rifet, El-Sed, Til Medîq û Um Hoş barandin.
Ev êrîş ji bajarokê Marî, gundên Kercibrîn û Malidê hat kirin. Hêzên Şoreşger jî di cih de bersiv dan êrîşan.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, gelek çete hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.