Artêşa Tirk Newrozê jî bombe li Sîdekan barand
Balafirên şer ên Tirk di saetên şevê de bombe li gundên Sîdekan a ser bi bajarokê Soran a girêdayî Hewlêr a Başûrê Kurdistanê bombe barand in.
Balafirên şer ên Tirk di saetên şevê de bombe li gundên Sîdekan a ser bi bajarokê Soran a girêdayî Hewlêr a Başûrê Kurdistanê bombe barand in.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di roja Newrozê de bombe li gundên Sîdekan, Xaxûrkê, Ermûş û Bendêwane barandin.
Firîna balafirên şer ên li ser esmanê herêmê hê jî didome.
Ji ber bomberdûmanên artêşa Tirk a dagirker bi dehan welatiyên sivîl ên herêmê bûne qûrbanî. Tevî bomberdûmanê hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraq bêdeng in.