Artêşa Tirk li Zapê derba giran xwar

Artêşa Tirk a ku li herêma Zapê dest bi operasyonê kir, derba giran xwar. Li Xeregolê di şer de 30 leşker hatin kuştin. Li Geverê jî yek jê yarbay, 2 jê berbaz bi giştî 5 leşker hatin kuştin.

Artêşa Tirk a ku li Xeregolê ya herêma Zapê dest bi operasyonê kir, li bin ket. Ji duh bi şev û vir ve di şer de bi qasî 30 leşker hatin kuştin.

Nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê şer dişopînin, ev agahî ragihandin:

"Artêşa Tirk duh ji danê êvarê heta nîvê şevê, ji Çelê bombe li herêma Xeregolê barand. Saet di 00:40 de, artêşa Tirk bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danî ser girê Xeregolê. Bi bersiva gerîla re şerekî dijwar rû da û ev şer dewam dike. Heta vê saetê, bi qasî 30 leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Şerê li herêmê dewam dike."

YARBAYEK Û DU BERBAZ BI GIŞTÎ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Wekî din, li bajarokê Bajêrganê yê navçeya Gever a Colemêrgê, fermandarê tabûrê jî di nav de 5 leşker hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji çavkaniyên herêmî wergirtiye, fermandarê tabûra Bajêrganê, ku payeya wî yarbay e, tevî 2 berbaz û leşkerên li gel xwe, duh dema bi wesayiteke sivîl ji Geverê diçûn Bajêrganê, li nêzî gundê Silûkê di encama teqîna teqemeniyeke li ser rê hatibû bicihkirin, mirin. Hat ragihandin, di dema teqînê de gerîla roketa B-7 jî bi kar anîne.

Piştî çalakiyê li herêmê operasyonê dest pê kir û bi balafir û helîkopteran êrîş li herêmê tê kirin.

6 LEŞKER LI BARZANÎ HATIN KUŞTIN

Li hemberî hêza operasyonê ya li girê Koordîne û qada Şehîd Mûnzûr a li mintiqeya Barzanê, duh çalakî hatin lidarxistin û di encamê de 6 leşker hatin kuştin.

HPG WÊ DAXUYANIYÊ BIDE

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wê di saetên pêş de li ser çalakiyan û operasyonan daxuyaniyê bide.