Artêşa Tirk ji tirsa gerîla xendekan dikolin

Artêşa Tirk a li çiyayên Kurdistan û Başûrê Kurdistanê ji destê gerîlayên HPG/YJA Star derbên giran dixwin, ji tirsa gerîlayan dest bi kolandina xendekan kiriye.

Atêtşa Tirk a di van demê dawî de çi li Bakurê Kurdistan û bi taybet li Herêma Bradost, Xaxûrkê ên Başûrê Kurdistanê derbên giran ji destê gerîlayên HPG/YJA Starê dixwin, niha jî li baregehên li Başûrê Kurdistanê dest bi kolandina xendekan kiriye.

Li gorî agahiyên ji keseke li navçeya Şêladizê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike agahî da ANF’ê, anî ziman ku bi taybet piştî ku gerîlayên HPG’ê li herêma Başûrê Kurdistanê derbên xurt li artêşa Tirk da, niha jî leşkeran dest bi kolandina xendekan a li dorî baregehên xwe kirine. Dîsa heman çavkaniyê eşkere kir kû bi ti awayî rê nayê dayîn ku welatiyên herêmê nêzîkî herêmên lêne bibin.

Heman çavkaniyê bibîr xist ku leşkerên artêşa Tirk rê nadin welatiyên gund û navçeyên herêmê biçin ser gundên xwe û zeviyên xwe şîn bikin. Çavkaniya navborî got her kesên biçe gund dibin hedefa balafirên keşfê yên bê mirov.

Çend roj berê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistan Sefîn Dizeyî têkildarî tevgera artêşa Tirk a dagirker a li Başûrê Kurdistanê anîbû ziman ku ev tevger bêy agahdariya wan pêk hatiye.

Dewleta Tirk a dagirker ji 1983’an heta niha 26 caran operasyona derveyî sînor li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk aniye.