Artêşa Tirk bombe li Lolanê û Şekîfê barand, leşker danî herêmê

Helîkopter û balafirên şer ên artêşa Tirk doh bombe li derdora çemê Lolanê û çiyayê Şekîfê barandin. Nêzî 30 helîkopter û balafirên şer bombe li herêmê barandin. Artêşa Tirk piştî bomberdûmanê leşker danî herêmên Şekîf û Şehîd Dervîş.

Bi dehan helîkopter û balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li derdora çemê Lolanê û çiyayê Şekifê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, bomberdûman doh êvarê saet di navbera 18:00-20:00 de hatiye kirin.

Artêşa Tirk ku dixwaze êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê berfireh bike, leşker danî qadên Şekîf û Şehîd Dervîş ên herêma Xakurkê.